Tirkiyê devera Biradost bombebaran kir

Soran (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê îro înê bilindahiyên devera Biradost li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Li gorî agahiyan, îro înê 14ê Kanûna 2018, artêşa Tirkiyê bê rêya du firokeyên cengî bilindahiyên devera Biradost li sînorê parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

 

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, “di demjimêr 10:00ê îro de firokeyên Tirkiyê çiyayê Xakurk û bilindahiyên gundê Xelîfanê yê ser bi Sîdekanê ve bi giranî bombebaran kirin.”

 

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê got: “Heta niha di encama bombebaranê de ti zirarên canî çê nebûye, lê belê zirarên maddî zêde ne, bi taybet jî zirarên ku gihîştine jîngeha deverê û daristanên deverê zêde ne.”

 

Bombebarana îro ya devera Biradost ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye, ku şeva bihorî jî firokeyên şer ên Tirkiyê kampa penaberên Bakurê Kurdistanê li Mexmûrê û herwiha çend cih li çiyayê Şingalê bombebaran kirin.

 

Di encama bombebarana duh şev de, li Mexmûrê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.