Pêşmerge bi çar mercan vedigere Kerkûkê

Silêmanî (Rûdaw) – Rayedarên Wezareta Pêşmerge berfirehiya di nav hêzên çekdar ên Iraqê û artêşê de weke arîşeyekê dibînin ku Serokwezîrê Iraqê dê bikeve nav wê arîşeyê dema li gel Herêma Kurdistanê ji bo yekalîkirina mijara vegera hêzên Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê danûstandinan bike.

 

Meha Nîsana îsal îdiaya vegera Pêşmerge bo Kerkûk û derdora wê ew qas germ bû ku wisa dihate payîn ku berî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, Serokwezîrê wê demê Heyder Ebadî deriyê gotûbêjê veke, lê belê mercên hikûmeta wî ji aliyê serkirdeyên Kurd ve cihê qebûlkirinê nebûn. Ji ber ku dixwestin Pêşmerge weke hêzeke Iraqê vegere, ev dihate vê wateyê ku dê rasterast ji Bexdayê ferman werbigrin.

 

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Pêşmerge diyar dike ku ti pêşveçûneke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Pêşmerge û vegera wan bo deverên berî 16ê Cotmehê tine ye û "ti gotûbêjeke fermî tine ye û li benda temambûna hikûmeta nû ya Iraqê ne, daku bizanin dê çawa danûstandin bikin".

 

Cîgirê Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal diyar dike ku gotûbêjên wan li gel hikûmeta Adil Ebdulmehdî dê li ser çar xalan be "xalên kontrolê bibin hevbeş, jûrên operasyonan bibin hevbeş, hêzên hevbeş û lijneya bilind a hevbeş hebin".

 

Lîwa Qareman Kemal diyar dike ku eger hikûmeta nû ya Bexdayê wan çar xalan pesend bike "vegera Pêşmerge bo wan deveran dê hêsan bibe û dê vegere rewşa berê ya beriya hatina DAIŞê".

 

Endamê Parlementoya Iraqê yê li Hevpeymaniya Nesr Reşîd Eday li ser vê mijarê dibêje ku peywendiyeke gelek baş a Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê heye û dixwaze vê peywendiyê bi kar bîne ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha diyar dike: “Hikûmeta Iraqê dixwaze bi rêkeftina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêzên Kurdan vegerin Kerkûkê.”

 

Reşîd Eday vê çareseriyê dijwar nabîne û dibêje ku serokwezîr tekezî li ser wê yekê kiriye ku di demeke gelek kin de ev pirsgirêk çareser bibin û rêkeftin li ser bikin.

 

Lê belê Fermandarê Yekeyên 70 yê li Wezareta Pêşmerge, Şêx Ceifer Mistefa ji Rûdawê re diyar kir ku li ser vegera Pêşmerge bo wan deveran, ti agahiyeke nû tine ye û hêj hikûmeta nû ya Iraqê yekalî nebûye daku li ser vê mijarê gotûbêj bikin "di destpêkê de bi hevahengiya li gel Amerîkiyan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser şêwaza vegera hêzên Pêşmerge me gelek axivî, niha derketiye holê ku hêzên Heşda Şeibî û artêş nikarin aramiya wê deverê biparêzin û fêm kirine ku hebûna Pêşmerge li wê derê giring e, lê hêj negihiştine rêkeftinê".

 

Serok Barzanî di 22ê Mijdara îsal de serdana Bexdayê kir û li gel serkirdeyên Iraqê mijarên çaresernekirî yên navbera Kurdistan û Iraqê de gotûbêj kir. Serok Barzanî di wê serdanê de diyar kiribû ku mijara vegera hêzên Pêşmerge yek ji palnerên bihêz ên asayîbûna peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, lê yekalînebûna hikûmeta Adil Ebdulmehdî wisa kir ku ev mijar ji wan lijneyan re were hiştin ku dê piştre ji bo hûrgiliyan werin pêkanîn.

 

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge dibêje: “Em wê yekê hîs dikin ku Adil Ebdulmehdî dixwaze herî kêm bigihîje çareseriyeke navîn, lê belê em dizanin ku ev dê hêsan nebe. Ji ber ku hêz û komên çekdar ên Iraqê di bin kontrola hikûmetê de nîn in.” Ew mînaka biryara rakirina xalên gumrigê yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dide, ku ew biryara Encûmena Wezîran a Iraqê di bin guvaşa Heşda Şeibî de nehat cîbicîkirin.

 

Lîwa Qareman Kemal gotinên wî berpirsê Wezareta Pêşmerge piştrast dike û dibêje: “Pirsgirêk ne tenê leşkerî ye, herwiha siyasî ye jî, nêrîneke hevbeş a hêzên Iraqê li hember Pêşmerge tine ye, lewma divê hevahengî hebe û hemû yek gotin bin, neku her hêzek bi cureyekê biryar bidin.”