Wezareta Derve ya Iraqê êrişên Tirkiyê şermezar kir

14-12-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Şermezar Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyê yên ser axa Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku "em bikaranîna axa Iraqê ji bo encamdana her karekî ku bandorê li ser asayişa welatên cîran bike, şermezar dikin û red dikin".

 

Wezareta Derve ya Iraqê vê êvarê li ser êrişên van demên dawî yên Tirkiyê yên bi ser axa Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku "karên bi vî rengî binpêkirina serwerî û asayişa Iraqê ye û bikaranîna axa Iraqê ji bo encamdana her karekî ku bandorê li ser asayişa welatên cîran bike, red dikin".

 

Herwiha hat eşkerekirin ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bo wezaretê hatiye bangkirin û nameyeke nerazîbûnê radestî wî hatiye kirin.

 

Şeva pêncşemê 13-12- 2018an, firokeyên şer ên Tirkiyê êrişî pêgehên PKKê yên li Şingal û kampa penaberên Bakurê Kurdistanê ya li Mexmûrê kir û di encama êrişan de li Mexmûrê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst