Nêçîrvan Barzanî: Emê jî di peydakirina budceya Iraqê de beşdar bibin


Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi şandina petrola xwe bo derve re êdî di peydakirina budceya Iraqê de jî beşdar dibe.

Serokwezîr Barzanî di programa “hevpeyvîna taybet” a televizyona el-Erebiya de behsa şandina petrola Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re bo Ewropayê kir.

Derbarê axaftina Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Hisên Şehristanî de ku tê de şandina petrola Herêma Kurdistanê wek “qaçaxî” daye zanîn, Nêçîrvan Barzanî got “Bikaranîna peyva qaçaxiyê tiştekî şaş e, ji ber qaçaxî karekî bi dizî tê kirin, lê em bi aşkere kar dikin”.

“Destûr mafê şandina petrolê daye me”

Derbarê avakirina komîteyekê di navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina girbestên petrolê yên navbera Hewlêr û Enqereyê de, Serokwezîr Barzanî wiha axifî “Me komîteyeke sêalî nexwestiye, em dixwazin di destpêkê de pirsgirêk navbera me iraqiyan de bê çareserkirin û piştre em bi Tirkiyê gotûbêjê bikin”.

Bazranî tekez kir ku tiştê Herêma Kurdistanê kiriye mafekî destûrî ye û got “Me ev maf ji destûra Iraqê biriye û em ji bo gotûbêjên digel Bexda û her aliyekî din amade ne daku haya wan ji tiştê ku me kiriye hebe. Me xeta petrolê temam kiriye û emê dest bi şandina petrola Herêma Kurdistanê bikin”.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku di destûra Iraqê de bendek heye ku petrol mulkê hemû xelkê Iraqê ye û Herêma Kurdistanê pêgirê destûr e.

Barzanî herwiha got “Budceya ku em ji Iraqê werdigirin ji 17% kêmtir e. Petrola ku li Iraq û Herêma Kurdistanê tê derxistin ji bo hemû iraqiyane û ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê”.

“Serdana me bo Bexdayê hîn di rojevê de ye”

Derbarê serdana wî ya çaverêkirî bo Bexdayê de, Barzanî wiha axifî: “Hîn serdana me bo Bexdayê di rojevê de ye ji bo ku em digel Serokwezîrê Iraqê behsa rêkeftina me digel Tikriyê bikin, di baweriya me de tiştê bûye di berjewendiya hemû iraqiyan de ye”.

Nêçîrvan Barzanî axaftina xwe domand: “Pirsgirêk li Iraqê pirsgirêka kontrolê û ne pirsa pêşkêşkirin alîkariyê ye, em dixwazin bi rastî bêjin ku eger hevbeşî û hevkarî bibe bingiha avakirina Iraqê, em amade ne. Herêma Kurdistanê tiştekî din ji bilî hevbeşiyê qebûl nake. Em dixwazin li ser bingiha hevbeşiyê digel Bexdayê bigihin rêkeftinekê”.

Barzanî anî ziman ku heta niha Bexda pirsa budceyê wek zextekê li ser Herêm Kurdistanê bikar tîne û got “Em dixwazin ev pirs ji holê bê rakirin û nabe Bexda vê yekê bike”.

Serokwezîr Barzanî herwiha got “Yasayên berê yên budceyê naşibihin yasayên budceyê, bendên girêdayî Herêma Kurdistanê yasayên cezakirina herêmê ne, ne yasaya budceyê ne. Çawa emê qebûl bikin ku em di welatekî de hevbeşin û wiha mamele digel pirsa budceyê bê kirin. Me bi hev re dest bi avakirina Iraqê kir. Ew budce û pereyan li dijî Herêma Kurdistanê bikar tînin, ev yek dê çawa bê qebûl kirin, ez bawerim gelê Iraqê jî vê yekê qebûl nake”.

“Eger hevbeşî hebe, Kurd wê bi cudabûnê nefikirin”

Derbarê pirsekê de ku gelo Herêma Kurdistanê di rêya şandina petrolê de dixwaza ji Iraqê cuda bibe, Nêçîrvan Barzanî got “Em ji sala 1991ê heta 2003yan de serbixwe bûn. Atrêşa Iraqê û hikûmeta Iraqê li Herêma Kurdistanê tune bûn, piştî 2003yan û li ser xwesteka me û li ser bingiha ku Iraq Iraqeke nû ye, em vegeriyan Bexdayê”.

Barzanî axaftina xwe wiha domand: “Em di danîna destûra herdemî ya Iraqê de beşdar bûn. Wate em li ser xwesteka xwe vegeriyan Bexdayê, ti nikare bi dizî ji welatekî cuda bibe, divê ev yek bi aşkere be. Ev di acendeya me ya siyasyî de tine ye, baweriya me bi Iraqa nû ya federal û demokrat û li ser bingiha hevbeşiyê heye û eger ev yek pêk were wê ti acendeya me ya kurdan ya cudabûna tine be”.

“Di hikûmeta nû de ti wezaretên nû zêde nabin”

Li ser hewlên avakirina hikûmeta np ya Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî got “Niha ne opozîsyon û ne jî desthilat li Herêma Kurdistanê heye, em di nava proseyeke nû de ne ji bo avakirina hikûmeteke nû, me hemûyan li hev kiriye hikûmeteke berfereh bê avakirin ku hemû alî tê de beşdar bin û ev siyaseta me ye jî”.

Derbarê egera zêdekirina hejmara wezaretan di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, Barzanî got “Wezaret nayên zêdekirin û postên ku hene dê li ser aliyên ku bixwazin tevlî hikûmetê bibin bêne parevekirin”.

“Em dixwazin têkiliyên Iraqê bi cîranên wê re baş bin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tikriyê de diyar kir ku ew têkilî di çarçoveua têkiliyên di navbera Iraq û Tikriyê de ne û da zanîn ku berdewamiya wan têkiliyan  ji bo tevahiya Iraqê başe û got “Ti acendeya me ya taybet û nihênî digel Tirkiyê nîne û em dixwazin têkiliyên Iraqê bi cîranên wê re jî wiha baş bin”.

Derbarê girêbestên petrolê de yên ku Herêma Kurdistanê bi kompaniyên petrolê re îmze kirine, Serokwezîr Barzanî wiha got: “Girêbestên me yên petrolê yasayî ne û nîşan ewe ku kompaniyên mezin ên cîhanê li herêmê kar dikin. Gelo eger van kompaniyan bizanîba ku girêbestên wan ne yasayî ne, ewê ji bo kar hatibane Herêma Kurdistanê, ekîd nedihatin”.

“Ti pirsgirêkên şexsî di nava PDKê de tine ne”

Nêçîrvan Barzanî ku Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye di bersiva pirsekê de ku gelo nakokî di nava PDKê de hene, got “Di nava PDKê de ti nakokiyên şexî û taybet nînin, lê wek her partiyeke din nêrînên cuda nav de hene. Gotûbêj û nîqaş hene, lê dema em digihine biryarekê hemû pêgirê wê biryarê dibin”.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsa ku “xewina te çi ye” de got “Xewina min ewe ku ez bibînin gel û welatê me di pêşveçûneke berdewam de be. Me gelek qurbanî dane, vî gelî gelek karesta dîtine, xewina min ewe ku ev welat bextyar û ava be”.