Tîma Rûdawê li Afrîkaya Başûr-Bloga duyem


13-12-2013

Johannesburg (Rûdaw)- Li balafirgeha Johannesburgê pirtûkxaneyeke mezin heye. Îro sibehê, piştî ku em ji Ebû Zebî bi 8 seatn gihiştine vir, ez çûme wê pirtûkxaneyê. Keçekê silav li min kir, lê ji ber dîmena ser dîwarê pirtûkxaneyê min li serûçavê wê nenêrî. Li ser wî dîwarî gelek pirtûkên ku bi wêneya Nelson Mandela hatibûn xemilandin, hatibûn danîn. Di nav hemûyan de bîranînên wî “Rêya Dirêj ya Azadiyê” bi zimanê ingilîz bala min kişand.

Keça ku silav li min kir, esmereke dev li ken bû. Min jê pirsî: “Ez dikarim wêneyeke wî dîwarî bikişînim?”, bersiva min da: “Li min bibore qedexeye di nava balafirgehê de wêneyan bikişîne”. Min jê re got: “Em ji kêşwereke din hatine cem vî mêrî, tu jî nahêle wêneyê bikişînim”. Keç bi bêdengî pişta xwe da me û çû.

Di nava pirtûkxaneyê de min kovar û rojnameyên Afrîkaya Başûr dîtin, rûpela yekem a hemûyan taybet bû bi Mandela. Tiştê balkêş ew bû ku min ti rojnameyek bi zimanê afrîkayî ku zimanê sereke yê wî welatî ye, nedît. Afrîkayî zimanekî gelek nêzîkî zimanê holadanî ye û min digot ezê li Afrîkaya Başûrê sûdê jê werbigirin, lê li vir, tiştê ku min heta niha dîtiye, hemû tiştek bi ingilîzî ye.

Rûpelên sereke yên hemû rojnameyên îro yên Johannesburgê behsa merasîma veşartina Mandela dikin. Biryare dusibe Mandela li navçeya xwe “Kono” bê veşartin. Li gor raportên rojnameyan, hikûmeta vir hêzekî leşkerî yên mezin şandiye wê navçeyê û rê nade rojnamevanan ku gelekî nêzîkî cihê merasîmê bibin, lê wek efserekî polîs ji me re got: “Ji xwe re hewl bidin, hêsankarî dê her hebin”.

Li balafirgehê me 3 kesê xelkê vir nas kirin. Yek ji wan serhengekî polîs bû ku bi dilgermî hatibû û ji me re behsa Mandela dikir. Ew gelekî ji serokê niha yê Afrîkaya Başûr Jacob Zuma aciz bû. Min jê re got: “Ma ne Mandela piştgiriya wî dikir, tu ji ber çi jê hez nake?”, bersiva min da: “Mandela jî nedizanî Zuma dê wiha bibe”. Min jê re got: “Çi tiştek di Mandela de hebû xirab be?”, bersivsa min da: “Ti tiştek... ew xelatek bû Xweda ji bo rizgarkirina me şandibû”.

Mandela li Johannesburgê xwendiye û her li vir jî miriye. Mala wî nêzîkî cihê ku em tê de dimînin. Dema me ciwaniya vî bajarî dît, me fam kir ku salên bendewariya Mandela di zindanê de ji bo azadiya vî bajarî di cihê xwe de bû. Her çiqas hîn li vir mirovê bê lêborîn mane, lê wek xortekî gotî: “Ev der beheşteke û êdî bê lêborîn nayê qebûlkirin.. heta piştî mirina Mandela jî”.