HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameya 3 gerîlayên ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser her sê gerîlayan daxuyaniyek belav kir.
HPGyê da zanîn ku her sê gerîlayan 14ê Çiriya Paşîn a 2019an li Başûrê Kurdistanê di êrişeke artêşa Tirkiyeyê de cane xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:
Xemgîn Oremar: Navê wî yê fermî Behçet Gurdal e û ew ji Colemêrgê ye.
Rêber Dizê: Navê wî yê fermî Adem Çîftçî ye û ew jî ji Colemêrgê ye.
Xwînrêj Spêrtî: Navê wî yê fermî Mehmet Bozkurt e û ew ji Şirnexê ye.
HPGyê da zanîn ku Xwînrêj Spêrtî 2014an û Rêber Dizê 2015an tevlî refên gerîlayan bûye.
Lê HPGyê diyar nekiriye bê ma Xemgîn Oremar kengî tevlî refên gerîlayan bûye.