HPGyê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan HPG Nasnameya Gerîlayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Hêzên Parastina Gel (HPG), nasnameya 3 gerîlayên ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser her sê gerîlayan daxuyaniyek belav kir.

HPGyê da zanîn ku her sê gerîlayan 14ê Çiriya Paşîn a 2019an li Başûrê Kurdistanê di êrişeke artêşa Tirkiyeyê de cane xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Xemgîn Oremar: Navê wî yê fermî Behçet Gurdal e û ew ji Colemêrgê ye.

Rêber Dizê: Navê wî yê fermî Adem Çîftçî ye û ew jî ji Colemêrgê ye.

Xwînrêj Spêrtî: Navê wî yê fermî Mehmet Bozkurt e û ew ji Şirnexê ye.

HPGyê da zanîn ku Xwînrêj Spêrtî 2014an û Rêber Dizê 2015an tevlî refên gerîlayan bûye.

Lê HPGyê diyar nekiriye bê ma Xemgîn Oremar kengî tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst