HESEKÊ - Di êrişa DAIŞê de şervanekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di êrişêke DAIŞê de şervanekî û şofêrekî tankêra petrolê canê xwe ji dest da.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê ragihand ku doh komeke DAIŞê ya ku ji 4 kesan pêk dihat li ser rêya navbera navçeyên Şedadî û Deşîşê yên Hesekê êrişî tankêreke petrolê kir.

Di encama êrişê de ajokarê tankêrê yê bi navê Îbrahîm Şehab ê ji Helebê hat kuştin û tankêra wî jî şewitî.

Piştî êrişê Hêzên Erkê Xweparastinê yên HSDyê midaxale kir û di navbera wan û çekdarên DAIŞê şer derket.

HSDyê da zanîn ku di encamê de şervanekî wan şehîd ketiye.

Her wiha HSDyê ragihand ku bi êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê re metirsiya çalakbûna DAIŞê jî zêdetir bûye.