Li Rihayê dest bi ser 20 ton zeyta zeytûnan a sexte de hat girtin

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Zeyta Zeytûnan a Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê dest bi ser 20 ton zeyta zeytûnan a sexte de hat girtin.

Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Karûbarên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Rihayê, Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Eyyubiyeyê û Endazyarên Kontrola Xurekan a Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Rihayê piştî agahiya ku li Eyyubiyeyê li kargehekê zeyta zeytûnan a sexte tê hilberîn xebat da destpêkirin.

Di operasyona li navnîşana tesbîtkirî de 20 ton zeyta zeytûnan a sexte hat bidestxistin ku bi markayên teqlîd hatibû amadekirin da ku bê firotin.

Zeyta sexte hat îmhakirin û her wiha derbarê xwediyê kargeha bêrûxset jî dest bi karûbarên edlî û îdarî hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst