PWK bi VVDyê re civiya: Rojev daxwazên acîl ên miletê Kurd bû

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan PWK VVD Holenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li parlamentoya Holendayê bi  Partiya Gel a Azadî û Demokrasiyê (VVD) hevdîtinek pêk anî.

Şandeya ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWKyê yê Ewropayê Baran Boskan, endamê Meclîsa Partiyê Ferhad Boskan pêk hatibû ji aliyê Berdevkê Karên Derve yê VVDyê Eric van der Brug ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya PWKyê, Mustafa Ozçelîk ji ber wê hevdîtinê spasiya Eric van der Brug û VVDyê kir û derbarê barname, siyaset û xebatên PWKyê agahî dan wan.

Ozçelîk ji bilî rola partiya xwe û doza derbarê girtina wê, behsa rewşa giştî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û girîngiya pêkanîna daxwazên acîl ên miletê Kurd kir.

Serokê Giştî yê PWKyê her wiha bal kişand ser girîngiya Holendayê û dewletên Ewropayê ya derbarê piştgiriya daxwazên milî, demokratîk ên miletê Kurd.

“Bila pirsgirêk bi rêyeên diyalogê bên çareserkirin”

Li aliyê din, Eric van der Brug jî bixêrhatina şandeya PWKyê kir û ji ber vê seredanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Eric van der Brug, derbarê rewşa giştî ya Holandayê û pirsgirêka penaberan zanyarî dan û diyar kir ku ew li gel wê yekê ne hemû pirsgirêk bi rêyên diyalogê û bi aştiyane bên çareserkirin.

VVD duyemîn partiya mezin a Holendayê ye û niha li hikûmeta Holandayê şirîkê koalîsyonê ye.

Siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgoz rêbera VVDyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst