Doza malbatên Dihokî: 'Em hukmên dadgehê red dikin'

14-11-2024
Abdulselam Akinci
Xizmê qurbaniyan Herbî Celaleddîn diaxive/Wêne: Rûdaw Grafîk
Xizmê qurbaniyan Herbî Celaleddîn diaxive/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Malbatên Dihokî Mêrdîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li 4emîn a Cezayên Giran a Mêrdînê 7emîn rûniştina doza kuştina 5 kesên ji 2 malbatên Dihokî hat lidarxistin û rûniştin a biryarê bû.

Di dozê de li 2 kiryarên sereke yên bûyerê yên bi navê Faris Akseven û Abdullah Kaplan ji bo her yekî 5 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat birîn.

Li gorî gumanbaran wan bi armanca şêlandinê bûyer pêk aniye lê malbatên qurbaniyan bawer nakin ku 5 kes ji bo şêlandinê hatibin kuştin.

Ew dibêjin li pişt kuştina 5 kesan destek heye û bi zanebûn û plan 5 kes hatine kuştin.

Malbat ji biryara dadgehê ne razî ne.

Ji 2 malbatên Dihokî 5 kes 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin.

Di dozê 2 jê girtî 5 kes dihatin darizandin.

Faris Akseven û Abdullah Kaplan bi 5 caran cezayê muebetê hatin cezakirin û her wiha ji ber “talan û diziyê” jî bi 15 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Parêzerê malbatên qurbaniyan Şehmuz Akat:

“Dadgehê heta îro gelek lêkolîn kirin. Hem li ser telefonên wan, hem li ser hesabên wan ên bankayan lê bi awayekî berbiçav negihîşt encameke din û ji ber wê biryareke wiha da.”

Xizmên qurbaniyan ku ew jî li salona dadgehê amade bûn û doz dişopand û ji encamê nerazî bûn.

Malbatan piştî rûniştinê pankartên “Îdam heq e” bilind kirin û nerazîbûna xwe li dijî biryarê nîşan da.

“Em zanyarî û hukmên vê dadgehê red dikin”

Xizmê qurbaniyan Herbî Celaleddîn li ser biryara dadgehê got:

“Em wekî malbatên qurbaniyan zanyarî û hukmên vê dadgehê red dikin.

Tê gotin wekî ku ji bo diziyê ev bûyer hatibe kirin ne rast e. Ne em vê qebûl dikin, ne jî xelk qebûl dike.

Em vê dozê li vir bi dawî nakin, ev doz dê vekirî bimîne heta ku em bigihêjin encamekê.”

Xizmê qurbaniyan Necm Ebdûllah Rêkanî anî ziman:

“Di vê dozê de em mezlûm in. Em dibêjin ev plankirî ye.”

Xizmê qurbaniyan Nasir Rêkanî diyar kir ku biryar ne di cih de ye û got:

“Divê îdam were. Divê îdam were ku ev bûyerên wiha kêm bibin.”

Xizmê qurbaniyan Faris Celaleddîn jî da zanîn:

“Divê em heqîqeta pişt vê meseleyê zanibin. Ev kî ne, ji bo çi ev tişt kirine, kî li pişt vî karî ne.

Ev bûyer bi plan hatiye kirin, ev karekî wiha ye ku hema ji ber xwe ve hatibe kirin.”

Di dozê de dosyaya kesê ku çek û gule firotine tawanbaran ji dosyaya malbatan hat cudakirin.

Her wiha ji bo xwediyê otomobîla di bûyerê de hatibû bikaranîn jî biryara beraatê hat dayîn û Çîgdem Bozkurta ku Abdullah Kaplan piştî bûyerê li mala wê xwe veşartibû bi 6 meh û 20 rojan hat cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst