Li Rojavayê Kurdistanê bazara pez sar bûye
Hewlêr (Rûdaw)- Qeyrana aborî û hişkesalî bandoreke mezin li ajeldarên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Ajalder ne dikarin êdî pezên xwe xwedî bikin ne jî dikarin bifiroşin.
Li gorî Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê berî şerê navxwe zêdeyî 20 milyon serî pez li Sûriyeyê hebûn.
Niha tenê nêzîkî 16 milyon serî pez li Sûriyeyê maye.
Li gorî zanyariyan 2 milyon serî pez li Rojavayê Kurdistanê tên xwedîkirin.
Rojane xwediyên pez ji gund û çolistanan pezê xwe dadixin mezata pez a Hesekê lê ew pez ne tê kirîn û ne jî tê firotin.
“Ez bi 80 milyonî xesir îm”
Ehmed Ebûdê xwediyê pez ji bazarê gazin kirin û got:
“Ev 2-3 meh in min çend serî pez kirîne, min her seriyekî pez bi 3 û 3 milyon û nîvan kiriye.
Piştî 3 mehan milyonek jê şikestiye. 80 serî pez yanî ez 80 milyonî xesirî me.
Kirîn û firotin jî nîne. Her serî pezek jî mehane 500 lîreyî êm dixwe, ez dixesirim.
Xwediyên pez ji ber bihabûna êm û nebarîna baranê dinalin.
Dixwazin berpirsên Rêveberiya Xweser alîkariya wan bikin da ku pezê xwe ji dest nedin."
“Êm gelekî biha ye”
Ajeldarê bi navê Xalid Ubêd jî li ser qeyrana aborî û rewşa bazara pez anî ziman:
“Donima şûna pembo ji bo çêrê bi 300 hezarî ye, tona êmê kismûkê (nixal) bi 3 milyonan e û tona ceh jî bi heman bihayî ye.
Em pezê xwe dadixin bazarê û ti kes jî bazar nake.
Her rojê em li pey êm direvin û bi dest nakeve.
Li bazara reş û li ba rêxistinan zêde biha ye. Em nizanin berê xwe bidin kû derê, sotemenî biha ye.
400 serî pez li ba min heye ez nikarim ne avê û ne jî êm ji wan re dabîn bikim.
Pereyekî zêde li wan xerc dikim û dawiya wê jî xisar e.”
“Bazar qet ne baş e”
Sîmsar û xwediyê pez ê bi navê Abid Salih jî li ser rewşa bazara pez got:
"Bazar qet ne baş e, xelk pezê xwe tîne û tiştek jî nîne, piştre vedigerînin.
Tevger li bazarê nîne, rê girtî ne, derdora me şer e, em ji ber bihabûna êm dinalin.
Niha ji bo donima şûna pembo ya çêrê 300 hezarî dixwazin.
Ev mîha min bi 4 milyonî bû, niha tenê bi 2 milyon û 600 hezarî tê firotin.
Bazara pez li hemû herêmên me sar bûye. Heger Xwedê baran anî û xêr çêbû wê bazara pez germ bibe û heger na bi Xwedê wê xelk wêran bibe.”