Li Rojavayê Kurdistanê bazara pez sar bûye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Mezata Hesekê \ Wêne: NORTH PRESS AGENCY
Mezata Hesekê \ Wêne: NORTH PRESS AGENCY
Nîşan Hesekê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Rewşa Ajaldaran Qeyrana Aboriyê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Qeyrana aborî, hişkesalî bandoreke mezin li ajaldarên Rojavayê Kudistanê kiriye.

Ajalder ne dikarin êdî pezên xwe xwedî bikin ne jî dikarin bifiroş in.

Li gor Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê berî şerê navxwe zêdeyî 20 milyon serî pez li Sûriyeyê hebûn.

Niha tenê nêzîkî 16 milyon serî pez li Sûriyeyê maye.

Li gorî zanyariyan 2 milyon serî pez li Rojavayê Kurdistanê tê xwedîkirin.  

Rojane xwediyên pez ji gund û çolistanan pezê xwe dadixin mezata pez a Hesekê lê ew pez ne tê kirîn û ne jî tê firotin.

“Ez bi 80ê milyonî xesir îm”

Ehmed Ebûdê xwediyê pez ji bazarê gazin kirin û wiha got:

“Ev du sê meh in min çend serî pez kirîne, min her seriyekî pez bi 3 û 3 milyon û nîvanan kiriye.

Piştî 3 mehan yek milyon jê şikestiye. 80 Serî pez yanî ez 80 milyonî xesirî me.

Kirîn û firotin jî nîn e. Her serî pezek jî mehane 500 lîreyî êm dixwe, ez dixesir im.

Xwediyên pez ji ber bihabûna êm û nebarîna baranê dinalin. Dixwazin berpirsên Rêveberiya Xweser alîkariya wan bikin da ku pezê xwe ji dest nedin.

“Êm gelekî biha ye”

Ajaldarê bi navl Xalid Ubêd jî li ser qeyrana aborî û rewşa bazara peza wiha got:

“Donima şûna pembo ji bo çêrê 300 hezar e, tona êmê kismûkê (nixal) bi 3 milyonan e û tona ceh jî bi heman bihayî ye.

Em pezê xwe dadixin bazarê û ti kes jî bazar nake. Her rojê em li pey êm direvin û bi dest nakeve.

Li bazara reş û li ba rêxistinan zêde biha ye. Em nizanin berê xwe bidin kuderê, sotemenî biha ye.

400 serî pez li ba min heye ez nikarim ne avê û ne jî êm ji wan re dabîn bikim.

Pereyekî zêde li wan xerc dikim û dawiyê wê jî xisar e.”

“Bazar qet ne baş e”

Semsarê û xwediyê pez ê bi navê Abid Salih jî li ser rewşa bazara pez wiha got:

Bazar qet ne baş e, xelk pezê xwe tînin û tiştek jî nîne, piştre vedigerînin.

Tevger li bazarê nîne, rê girtî ne, derdora me şer e, em ji ber bihabûna êm dinalin niha donima şûna pembo ji bo çêrê 300 hezarî dixwazin.

Ev mîha min bi 4 milyonî bû, niha tenê bi 2 milyon û 600 hezarî tê firotin.

Bazaa pez li hemû herêmên me sar bûye. Heger Xwedê baran anî û xêr çêbû wê bazara pez germ bibe û heger na bi Xwedê wê xelk wêran bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst