Rêya Miks û Wanê ji ber aşûtan bi mehan girtî dimîne: Xelk tunelan dixwaze

14-11-2024
RÛDAW
Xelk tunelan dixwaze/Wêne: AA
Xelk tunelan dixwaze/Wêne: AA
Nîşan Miks Wan Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya sereke ya di navbera parêzgeha Wanê û navçeya wê Miksê de ji ber aşûtan bi mehan girtî dimîne.

Rê zivistanan ji ber barîna berfeke zêde û metirsiya hatina aşûtan bi mehan girtî dimîne.

Xelkê navçeyê her zivistan ji ber girtina rê rûbirûyî gelek zehmetiyan dibin.

Ew dixwazin li ser rê tunel werin çêkirin da ku zivistanan pêwendiya wan a bi parêzgehê re qut nebe.

Welatî Affan Orhan li ser girtina rê anî ziman:

“Pirsgirêka me ya sereke ya xelkê Miksê zivistanan problema rê ye û ji ber vê yekê metirsî li ser jiyana 15 hezar mirovî heye.

Niha tişta ji bo me pêwîst tuneleke 5 kîlometreyî ya aşûtê ye.

2 meh piştre ev berf dê were serhev, niha kêm e lê piştî 2 mehan dema ket serhev wekî hûn dibînin nişîvekî rast e û ji her aliyan ve dê aşût werin û rê were girtin.”

Rêya Miks û Wanê 108 kîlometre ye û nêzîkî 3 saet û nîvan e.

Zivistanan dema tê girtin xelkê Miksê neçarî xwe ji ser rêya navçeya Hîzanê ya Bedlîsê digihînin Wanê ku zêdetirî 6 saetan e.

Ji ber pirsgirêka rê hejmareke zêde ya welatiyan ji Miksê koç kiriye.

“Xelkê koç kir”

Muxtarê gundê Îslamê yê Miksê Kadîr Yaşar got:

“Derdora 14-15 hezar nifûsa me hebû. Niha mixabin ji ber vê rewşa rê xelkê koç kiriye û heta 10-11 hezar kesan daketiye.

Wate di nava 4 salên dawî de 3 hezar kesî koç kiriye. Li ser vê rêyê her sal metirsiya aşûtê heye.

Ewlehiya mal û canê welatiyên me nîne. Bi rastî em gelekî mexdûr in û her sal rûbirûyî vê pirsgirêkê dibin.”

Rêya Miks û Wanê rêyeke gelekî metrisîdar û beraşût e.

Sibata 2020an ji ber hatina 2 aşûtan 42 kes li ser vê rêyê miribûn.

Daxwaza xelkê Miksê ew e ev pirsgirêka wan a rê demildest bê çareserkirin bêrî ku hinek welatiyên din jî bi bibin qurbaniyê aşûtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst