Robîn Reşvan: Wezîrên kabîneya Trump dostên Kurdan in

14-11-2024
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Robîn Reşvan\Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dilbixwîn Dara û Robîn Reşvan\Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pete Hegseth Marco Rubio Michael George Glen Waltz Donald Trump Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger û nivîskar Robîn Reşvan diyar kir ku di kabîneya Donald Trump de dostên Kurdan gelek in û derfetên baş li pêş Kurdan hene.

5ê mehê hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê hatin kirin û Donald Trump li hemberî Kamala Harrisê bi ferqeke zêde bi ser ket.

Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û bi awayekî fermî dest bi kar bike.

Trump hêdî hêdî dest bi avakirina peykerê kabîneya xwe kiriye.

Endamên kabîneya Trump ên wekî Pete Hegseth, Marco Rubio, Michael George Glen Waltz, berî niha piştgiriya xwe ji bo Kurdan û Herêma Kurdistanê ragihandibû.

Nivîskar û Berpirsê WOAyê yê Kurmanciyê Robîn Reşvan bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û li ser siyaseta nû ya Trump a li hemberî Kurdan bersiv da pirsên Dilbixwîn Dara.

“Hezkirina Kurdan û Amerîkiyan ne li ser berjewendiyê ye”

Robîn Reşvan behsa endamên kabîneya Trump û danûstandinên Kurdan û Amerîkayê kir û got:

“Ez dikarim ji tecrubeya me bibêjim ku dostên me yên li Washingtonê her wekî dostên me dimînin.

Ji ber ku ew dostaniyên ku piştî çavdêriyan çêdibin û zû bi zû xirab nabin.

Ew dostanî ne li ser bingeha berjewendiyan in.

Pêwendiya Kurdan û Amerîkiyan li ser, hezkirin, mêvandarî û evînê ye.

Ew leşkerên Amerîkayê yên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê heta niha jî behsa Kurdan dikin.

Çima behsa Kurdan dikin ji ber ku Kurd mirovhez in, hembêza xwe ji wan re vekirine.

Dostên me li ku derê bin wan em ji bîr nekirine, em di dilê wan de dimînin.”

“Wezîrên Trump Kurdan gelekî baş nas dikin”

Rojnameger Reşvan di berdewamiya axaftina xwe de behsa çend endamên kabîneya Trump kir û anî ziman:

“Marco Rubio siyasetmedarekî kevn ê Amerîkiyan e. Dema 2019an Serok Trump biryara vekişînê da li dijî wî bertekeke tund nîşan dabû.

Ew aniha dibe Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê. Ew Kurdan baş nas dike. Bi Îlham Ahmedê re hevdîtin kiribû.

Hem Kurdên Rojavayê Kurdistanê hem jî Kurdên Herêma Kurdistanê baş nas dike. Bi giştî hemû Kurdan baş nas dike.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz jî dostên Kurdan e.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê baş nas dike.

Li dijî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Rojavayê Kurdistanê derketibû.

Gelekî behsa rola şervanên YPGyê û Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de kiriye.

Endamê Koma Dostaniya Amerîka û Kurdan a Kongreya Amerîkayê bû.

Dîsa navê Pete Hegseth ji bo Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) derbas dibe.

Ew jî dostê Kurdan e û dema Qasim Silêmanî hatibû kuştin gotibû, heger Îraqî naxwazin artêşa Amerîkî bimîne, em dikarin li gel hevpeymanên xwe yên din bixebitin, wekî Kurdan, em dê bi Kurdan re bixebitin, Kurd dostên me ne.

Ev hemû nîşan didin ku ew Kurdan nas dikin û dixwazin hevkariya wan a bi Kurdan re bidome.”

“Derfetên baş ji bo Kurdan çêbûne”

Robîn Reşvan behsa cudahiya siyaseta Trump û Biden jî kir û da zanîn:

“Siyaseta Joe Biden li ser wê yekê bû ku ji Rojhilata Navîn vekişe û li hemberî Çîn û Rûsyayê bisekine.

Siyaseta Trump ne wiha ye, Trump dê careke din vegere Rojhilata Navîn ku gelekî girîng e.

Trump Rojhilata Navîn girîng dibîne. Li Washingtonê behsa wê yekê tê kirin ku metirsî li ser Îsraîlê heye.

Behsa wê yekê tê kirin ku divê Îsraîl baştir were parastin.

Îsraîl jî bi hatina Trump kêfxweş e û ew vê şadiya xwe tînin ziman.

Ew kesên ku min behsa wan kir di heman demê de alîgirên Îsraîlê ne.

Ev yek jî derfetekê ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê re çêdike.

Ji aliyê cografyayê ve aliyê herî nêzîkî Îsraîlê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne û di van demên dawî de Îsraîl jî dibêje, Kurd hevkarên me yên xwezayî ne.

Niha lobiya Kurdan lawaz e.

Heta astekê Kurdên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê lobiyê dikin lê lobiya Kurdên Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê gelekî lawaz e.

Piştî şerê Kobaniyê, em Kurdan di Netflixê dem di Hollywoodê de dibînin. Sempatiyeke gelekî zêde li hemberî Kurdan heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst