Hewlêr (Rûdaw) - Serokên Baroyên parêzgehên Bakurê Kurdistanê bangî hikûmetê kir ku qeyûman bi paş de vekişînin.
Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman didomin.
4ê Çiriya Paşîn Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xalfetiyê ya Rihayê kiribûn.
Serok û berpirsên Baroyên Şirnex, Sêrt, Wan, Êlih, Mûş, Riha, Amed, Agirî, Semsûr, Bedlîs û Colemêrgê li Mêrdînê civiyan.
Serok û berpirsên baroyan bi Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan re civiyan û piştî civîna li Baroya Mêrdîne şande derbasî Dadgeha Mêrdînê bû.
Şandeya parêzeran li ber Dadgeha Mêrdînê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Ahmet Duyan diyar kir ku divê yasaya qeyûman tayîn dike ji holê were rakirin û wiha axivî:
“Divê êdî aştiyeke mayînde were vê herêmê.
Tayînkirina qeyûman ne tenê yasayê bin pê dike, di heman demê de tê wateya taloqkirina aştiya ku civak jê re hesret maye.
Divê Biryarnameya Rewşa Awarte ya ku rê li ber tayînkirina qeyûman vedike were betakirin.“
“Qeyûm li dijî mafê hilbijartinê ye”
Piştre jî li ser navê baroyan Berdevkê Baroyan û Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk axivî û got:
“Hiqûq ji bo hiqûqê wekî hincet tê bikaranîn.
Tayînkirina qeyûman bi biryara Rewşa Awarte ketiye jiyana me.
Me wê rojê îtiraz kir û îro jî em îtiraz dikin.
Ev kiryar li dijî demokrasiya herêmî ye.
Ev kiryar li dijî demokrasiyê û destûrê û mafê hilbijartinê ye.
Ev kiryar li dijî ronîkirina îrade û mafê hilbijartinê ye.
Em wekî baroyên ku xwediyê erkê parastina mafên mirovan in, îro ji bo parastina mafê hilbijartinê ya gelê Merdînê yan jî binpêkirina vî mafî rawestînin li vir in.”
Kadîr Karaçelîk bangî desthilatê kir ku tavilê qeyûman bi paş de bikişînin û qanûna ku rê li ber tayînkirina qeyûman vedike betal bikin.
Parêzer Karaçelîk di dawiya axaftina xwe de şkence, miameleya xirab û qedexeyên li dijî çalakvanan jî şermezar kir.
Şandeya parêzeran, piştî daxuyaniyê bi Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîrê re civiyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse