Civîna DEM Partî û Partiya Paşerojê: ‘Em dixwazin gavên pratîk bên avêtin’

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di serdana xwe ya Partiya Paşerojê de amaje bi gotinên Devlet Bahçelî kir û diyar kir ku ew dixwazin gavên pratîk bên avêtin.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li Enqereyê Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ziyaret kir.

Piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar hat lidarxistin.

Destpêka konferansê de Davutoglu behsa girîngiya danûstandinên di navbera partiyan de kir û da zanîn ku divê hevdîtin bidomin.

“Em ji bo çareseriya Pirsa Kurd hazir in”

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu behsa rewşa Rojhilata Navîn kir û got:

“Rêbazeke dagirkeriyê ya pir hêsan heye. Heger hûn bixwazin herêmekê bi rê ve bibin, divê hûn dabeş bikin û bi rê ve bibin.

Piştî ew qas tecrubeyan divê dersek were girtin. Ji bo vê jî divê em xalên hevpar zêde bikin, deriyê guftûgoyê vekirî bihêlin.

Bingeheke guftûgoyê heye û ev tiştekî baş e. Ez piştgiriyê didim gotinên Birêz Bahçelî.

Ji ber ku li Rojhilata Navîn pêleke nû ya dagirkeriyê heye ku heta dixwaze pergala Sykes-Picotê jî belav bike.

Di serdemeke wiha de pêdivî bi dengê aqilane heye lewma gotinên Birêz Bahçelî erênî ne.

Wekî Partiya Paşerojê em ji bo çareseriya Pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk amade ne. 

Me tecrubeyên xwe bi hevserokan re parve kirin.

Em li ser sedemên bidawîbûna pêvajoya çareseriyê axivîn û me xeletî anîn ziman.”

“Erdogan ti nexşerê diyar nekirine”

Tulay Hatîmogillari jî di konferansê de axivî û anî ziman:

“Di hevdîtinê de me got, ‘divê Pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin’ bêguman peyamên me pir zelal bûn.

Belê pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Werin em êdî nehêlin hêsirên çavên dayikan birijin.

Rêya vê pir hêsan e. Mîna gelê Kurd, gelê Tirk jî gelekî qedîm ê vê axê ye.

Gelên me ji bo van rojan bedelên giran dane.

Di serî de gelê Kurd, tevahiya gelên din bêguman dikarin li ser bingeha biratiyê di nava aştiyê de bi hev re bijîn û mesele were çareserkirin.

Gotinên Bahçelî hene û her hefteyê dibêje ‘ez li pişt gotina xwe me.’

Em jî dixwazin gavên demokratîk bên avêtin.

Ji bo aştiyeke birûmet, DEM Partî amade ye tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne.

Erdogan hîn ti nexşerê eşkere nekirine. Gelo ev biryar bi hevkariya desthilatê hatiye dayin?

Em nizanin bê ka çi difikirin.”