Sînan Çîftyurek: Divê em federasyonê jî gotûbêj bikin

14-11-2024
RÛDAW
Sînan Çîftyurek \ Wêne: Arşîv
Sînan Çîftyurek \ Wêne: Arşîv
Nîşan Sînan Çîftyurek DEM Partî Wan Bakurê Kurdistanê Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sînan Çîftyurek diyar kir ku ji bo çareseriya Pirsa Kurd divê “sîstema federasyonê” jî were gotûbêjkirin.

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li Parlamentoya Tirkiyeyê di konferanseke rojnmegeriyê behsa pêşhatên dawî kir.

Sînan Çîftyurek behsa hewlên berê yên çereseriya Pirsa Kurd kir û got:

"Dibêjin ‘werin em mijarê çareser bikin’ beriya niha jî gotin.

Digotin ‘li şûna ku hûn li serê çiyayan çekan hildigirin, werin li deştê siyasetê bikin.’

Niha jî vê dubare dikin. Dibêjin, ‘werin em li parlamentoyê biaxivin.

Baş e em li parlamentoyê biaxivin. Em jî vê dixwazin, koma DEM Partiyê jî vê dibêje û ez jî vê dubare dikim.

Heger bibêjin, ‘Pirsa Kurd nîne û bibêjin dest nedin 4 madeyên destpêkê yên destûrê’ wê demê em dê li ser çi biaxivin?

Em dê gotûbêja çi bikin? Ma cîhan nizane ka pirsgirêka vî welatî çi ye?

Emre Taner beriya 12 salan raporek da dewletê. Taner got, ‘hûn an dê di çaryeka duyem a sedsala yekem de pirsgirêkê çareser bikin an jî hûn dê parçe bibin. Rapora ku daye dewletê ev e.’

Wê demê wekî ku Serokkomar Turgut Ozal jî got, divê em vê meseleyê tevî federasyonê jî gotûbêj bikin.

Serokwezîra wê demê Tansu Çîlerê jî gotibû em lêkolînê li ser modela Baskê bikin.

Modela Baskê çi ye, federasyoneke cuda ye.

Heger em dê li parlamentoyê biaxivin, divê em van hemûyan vekirî biaxivin. Heger na, ev pirsgirêk wiha çareser nabe.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî silava Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û vexwendina Rêberê PKKyê yê Parlamentoya Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya çareseriyê di rojevê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir