Di doza malbatên Dihokî de biryar hat dayîn

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Malbatên Dihokî Doz Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza 5 kesên Dihokî yên ku li Mêrdînê hatin kuştin, hat lidarxistin û 2 tawanbar bi 5 caran cezayê muebetê hatin cezakirin.

Ji 2 malbatên Dihokî 5 kes 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin.

Rûniştina 7an a doza kuştina 2 malbatên Dihokî li Dadgeha 4emîn a Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin.

Dadgehê di rûniştina îro ya dozê de biryara dawî da.

Tohmetbarên bi navên Faris Akseven û Abdullah Kaplan bi 5 caran cezayê muebetê hatin cezakirin.

Faris Akseven û Abdullah Kaplan her yek ji ber "kuştina bi qest" bi 2 caran cezayê heta hetayê û ji ber "kuştin û tundûtûjiya li dijî jinan" jî bi 3 caran cezayê heta hetayê hatin cezakirin.

Her wiha Faris Akseven û Abdullah Kaplan ji ber "dizîn û talanê" bi 15 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci li ser doza ku 2 jê girtî 5 kes dihatin darizandin anî ziman:

“Faris Akseven û Abdullah Kaplanê ku girtî dihatin darizandin li xwe mikur hatin ku di kuştina 5 kesan de ew her du bi hev re bûne lê tawanê dixine stûyê hev.

Çîgdem Bozkurta ku Abdullah Kaplan piştî bûyerê çûye li mala wê maye, bi tohmeta ku sûcdarek li mala xwe veşartiye 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn û cezayê wê hat bipaşxistin.

Dadgehê li ser Murat Yîgîtê xwediyê otomobîla ku di bûyerê de hatiye bikaranîn biryara beraatê da.

Faris Akseven û Abdullah Kaplan otomobîl ji Murat Yîgît kirê kiriye.

Dadgehê her wiha dosyaya Îbrahîm Dogan ji dozê cuda kir.

Dogan bi firotina çekê ku di bûyerê de hatiye bikaranîn tê tohmetbarkirin.”

Malbat ji biryara dadgehê nerazî ne: "Divê werin îdamkirin"

Malbatên 5 kesên Dihokî yên ku li Mêrdînê hatin kuştin piştî rûniştinê daxuyaniyek da rojnamegeran.

Malbatên Dihokî di daxuyaniyê de anî ziman:

“Em vê dadgehê, zanyarî û hukmên wê red dikin.

Rastiya mijarê bi nediyarî maye.

Divê tawanbar werin kuştin û îdamkirin.”

Çi bûbû?

Şeva 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan 5 kesên ji 2 malbatan cuda yên Dihokê di otomobîla xwe de bûn û ji Dihokê ber bi Amedê ve diçûn.

Malbat li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê hatibûn rawestandin û her 5 kesên di otomobîlê de hatibûn kuştin.

Di êrişê de Ebdullah Salih Mistefa (69), hevjîna wî Çîmen Şahîn Xalid û keça wan Hindirîn Ebdullah Salih (39) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû.

Wehîde Heyder Casim (63) û kurê wê Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûbûn û ew bi birîndarî veguhastibûn nexweşxaneyê lê belê tevî hewldanan wan jî canê xwe ji dest dabû.

Piştî êrişê derbarê Abdullah Kaplan, Faris Akseven, Murat Yîgît, Îbrahîm Dogan û Çîgdem Bozkurtê de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Tohmetbarên bi navê Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Murat Yîgît ji ber sûcên wekî “talana bi şev, veşartina sûc û delîlan, beşdariya di talana çekdarî de” dihatin darizandin.

Her wiha tohmetbarê bi navê Îbrahîm Dogan jî ji sûcê, “firotin û anîna çek û guleyên bêruxset” dihat darizandin.

Tohmetbara bi navê Çîgdem Bozkurt jî bi sûcê, “veşartin, tunekirin û guhertina sûc” dihat darizandin.

Dadgeh ji bo Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Murat Yîgît ji ber sûcên “kuştina bi qestî”, “talana giran” û “kirîn, hilgirtina çek û guleyan” ji 11 salan heta 18 salan cezayê heta hetayê dixwest.

Ji bo Îbrahîm Dogan jî bi tohmeta “bê destûr û qaçax, çêkirin, veguhastin û firotina çekan” ji 5 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst