Li ser rêya Wan û Colemêrgê tunelek vedibe

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Colemêrg Tunel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê ragihand, tunela navbera Wan û Colemêrgê ya ku 3 hezar û 150 metreyî dirêj e sibe dikeve xizmetê.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu debarê rewşa dawî ya tunela li devera Dêra Jêr daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Abdulkadir Uraloglu destnîşan kir ku rêya navbera Wan û Colemêrgê dirêj dibe, digihêje deriyên sînor ên ku diçin Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û wiha got:

"Ji bo bihêzkirina tora veguhastina herêmê, em xeta Xoşav-Elbakê ya 61 kîlometreyî derdixin standardên rêya cudakirî.

Me di van xebatan de 38 kîlometre rê çêkir. Her wiha em dê tunala navbera Wan-Colemêrgê ya devera Dêra Jêr a 3 hezar û 150 metreyî dirêj sibe ji xizmetê re vekin."

Abdulkadir Uraloglu her wiha destnîşan kir ku li ser rêya Colemêrg-Wanê jî xebat bê navber didomin û hedefa wan jî ew e ku sala 2025an xebatên xwe bi dawî bikin.

Uraloglu diyar kir ku bi tunela navborî êdî rêya ku wekî "32 fetlenok" tê zanîn dê êdî neyê bikaranîn ku nexasim zivistanê çûn û hatina wê gelekî bi zehmetî bû.

Rêya ku 40 deqîqeyî diajot dê bibe 6 deqîqe

Uraloglu got jî, “Bi tunelê mesafe dê kurt bibe. Guzergeha ku ji ber 32 fetkonekan 40 deqîqeyî diajot dê bi saya tunelî dakeve 6 deqîqeyan.

Bi saya serê wê 72,2 milyon lîre ji demê, 73,5 milyon lîre ji sotemeniyê bi tevahî salane 145,7 milyon lîre teseruf dê pêk were.

Her wiha derxistina karbonê jî 4 hezar û 549 ton dê kêm bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst