Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da

14-11-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê operasyoneke muhtemel li Rojavayê Kurdistanê got, "Mafê herî xwezayî yê Tirkiyeyê ye operasyonan bike."

Di van demên dawî de rayedarên Tirkiyeyê gefên operasyona bejahî li Rojavayê Kurdistanê dixwin.

Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk li Enqereyê civîna agahdarkirinê ya heftane li dar xist.

Zekî Akturk derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên kirin axivî.

Akturk îdia kir ku hêzên wan li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya "Operasyona Pençe Kilîdê" de gelek çek, teqemenî û melzemeyên din bi dest xistine.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de gefa operasyonê li Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû "Em dê valahiya di derbarê sînorên xwe yên başûr de bigirin".

"Mafê herî xwezayî yê Tirkiyeyê ye operasyonan bike"

Li ser pirsa rojnamegeran a ku dê li bakurê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) operasyoneke bejahî ya nû bê kirin yan na, wiha got:

"Ji bo ewlehiya welat û sînorên me di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û xweparastinê de mafê herî xwezayî yê Tirkiyeyê ye operasyonan bike.

Di vê mijarê de çi lazim bû heta îro me kir û ji niha û pê ve jî em dê bikin.

Çavkaniya terorê ya ku gef li welat û miletê me dixwe li kû derê be bila be wekî ku me berê kir dîsa wexta ku dem û cih hat a pêwîst tê kirin.

Ya ku ji bo me giring e li gel ewlehiya gel û welatê me parastina maf û berjewendiyên welatê me ye û em di vê mijarê de bi biryar in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst