Serok Barzanî, Serokê PWKyê û şandeya li gel qebûl kirin

14-11-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Serok Mesûd Barzanî Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê şandeya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) qebûl kir.

Şandeya PWKyê ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, alîkarên Serokê Giştî Mehmet Can Azbay û Vahit Aba, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partiyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Orhan Kaya, Endama Meclîsa Partiyê û Endama Komîteya Ewropayê Seval Mert pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya PWKyê Mustafa Ozçelîk ji ber wê pêşewaziyê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir û heyeta partiya xwe da nasîn.

Mustafa Ozçelîk derbarê kongreya damezrandina PWKyê, bîr, bawerî û siyasetên wê agahî dan.

Ozçelîk herwiha behsa bernameya PWKyê ya ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê û daxwazên acîl yên miletê Kurd û rewşa Bakurê Kurdistanê kir.

Serokê PWKyê herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wekî partiyeke dost û bira pênase kir.

Ozçelîk di heman demê diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên PDK û PWKyê berdwam bin.

Serok Mesûd Barzanî jî bi boneya kongreya damezrandina PWKyê ew pîroz kirin û ji bo xebat û çalakiyên PWKyê destxweşî li endam û rêberên wê kir.

Herwiha Serok Barzanî hêviya xwe ya ji bo berdewamî û serkeftina PWKyê anî zimên.

Serok Barzanî di berdewamîya axaftina xwe de, derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û Îraqê bîr û bawerıyên xwe anîn zimên.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî bal kişand ser girîngiya rêyên aştiyane yên di çareseriya pirsa Kurd de li her perçeyekî Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê pêwendî û hemahengîya di nevbera her du partiyan de jî mijareke din a  hevdîtinê bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst