Gora Ugur Kaymaz û bavê wî hat têkdan: ‘Di goran de jî rehetiyê nadin Kurdan’

14-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ugur Kaymaz Gor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê gora Ugur Kaymaz û bavê wî hat xerakirin.

Ugur Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz 21ê Çiriya Paşîn a 2004an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Ugurê bi 13 guleyan hatibû kuştin û bavê wî li goristana Taxa Pîreketanê ya Qoserê  li kêleka hev hatibûn veşartin.

Li gorî zanyariyan roja Duşemê kes an jî kesên nediyar gorên wan têk dan.

“Nahêlin ku Kurd li gora xwe jî rehet bin”

Dayika Ugur Kaymaz, Makbule Kaymaz derbarê bûyerê de ji MAyê re axivî û got, “Di gorên wan de jî rehetiyê nadin Kurdan.”

Kaymazê ragihand ku ew 19 sal in bo hevjîn û kurê xwe li edaletê digere û got:

“19 sal in li edaletê digerim lê min nedît. Niha jî êrişî gorê dikin.

Mirovên me piştî ku bi êrişê hisiyan bêyî ku agahiyê bidin me gor sererast kir û wan piştre agahî da me.

Çawa ku xwedî li Ugur û bavê wî derketin, li gora wan jî derketin. Nahêlin ku Kurd li gora xwe jî rehet bin.

Lê belê çi dibe bila bibe em dê hesab ji kiryaran bipirsin.”

Çi bûbû?

Ugur Kaymaz di temenê xwe yê 12 salî de li gel bavê xwe 21ê Çiriya Paşîna 2004an li pêşiya mala xwe ya li navçeya Qoserê di encama guleberana polîsên Tirkiyeyê de hatibûn kuştin.

Parêzgariya Mêrdînê di yekem daxuyaniya xwe ya li ser bûyerê de gotibû, “2 terorîst di dema rûbirûnan de hatin kuştin.”

Polîsên bi navên Mehmet Karaca, Yaşafettîn Açikgoz, Seydî Ahmet Dongel û Salîh Ayaz ji bûyerê bi awayekî negirtî hatin darizandin û piştre beraet bûn.

Rêveberê Ewlehiyê yê Mêrdînê yê heyamê Kemal Donmez û çend polîsan tenê bo demekê ji erka xwe hatibûn dûrxistin. 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê dozê diyar kiribû ku Tirkiyeyê mafê jiyanê bin pê kiriye û biryar da ku dayik Makbule Kaymaz bi 65 hezar euro qerebûya maddî û 50 hezar euro qerebûya manewî bê qerebûkirin.

Lê Tirkiyeyê di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de got ku wê hêzeke hevseng di bûyerê bikaraniye û bi vî awayî parastina xwe kir.

Malbata Ugur Kaymaz tevî ku 19 sal di ser bûyerê re derbas dibin heta niha jî li dadgehên Tirkiyeyê li dadê digere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst