Êrişa li Şingalê: 2 fermandaran canê xwe ji dest da

14-11-2023
Nîşan Şingal Tirkiye Êriş YBŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke Tirkiyeyê şeva borî li bajarokê Sinûnê yê Şingalê wesayîtek bombebaran kir.

Di êrişa Tirkiyeyê de 2 fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew wesayît dema ku li Sinûnê parkkirî bû rastî êrişê hatiye.

Çavkaniyên nêzîkî PKKyê ragihandibû ku di vê êrişê de 3 kes birîndar bûne.

Li aliyê din, heta niha niha ne Tirkiyeyê ne jî YBŞyê li ser mijarê ti daxuyanî nedane.

Artêşa Tirkiyeyê, bi hinceta PKKyê gelek caran bi balafirên şer û dronan herêma Şingalê bombebaran dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst