Nêçîrvan Barzanî: Ez xelkê Silêmaniya ezîz ji dil û can pîroz dikim

14-11-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Silêmanî Avabûn Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Silêmaniya “paytexta rewşenbîriyê, bajarê evîn û jiyanê” beriya niha bi 239 salan hat avakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera avakirina Silêmaniyê peyamek belav kir.

“Xelkê bajarê xebat û qurbanîdayînê ji dil û can pîroz dikim”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:

“Ez bi boneya salvegera 239an a avakirina paytexta rewşenbîriya Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê yê ezîz, xelkê bajarê xebat û qurbanîdayînê ji dil û can pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser girîngiya Silêmaniyê û pê de çû:

“Silêmanî tim bajarekî zîndî bû. Di azadî, serfirazî, qurbanîdayîn û xebata gelê me de rol û pêgeheke wê ya bibandor çêbûye.

Ji bo Silêmanî û hemû bajarên din ên Kurdistanê hêviya serkeftin û pêşketina berdewam dikim.”

Hîmê bajarê Silêmaniyê ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye danîn û wî navê bavê xwe li bajêr kiriye.

Silêmanî wê demê paytexta Mîrektiya Babanan bû û îro jî paytexta rewşenbîriyê ya Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst