Li Amedê qeza: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn, yek ji birîndaran zarok e.

Derengê şeva borî li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Yenişehîrê ya Amedê otomobîla bi şofêrtiya A.K. û otomobîleke din a bi şofêrtiya R.T. li hev qelibîn.

Di qezayê tevlî şofêran 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Birîndar ji otomobîlan hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê her 5 birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Di 10 mehan de 461 hezar qeza

Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, berî çend rojan amarên qezayên trafîkê yên 10 mehên sala 2023yan eşkere kirin.

Tenê meha îlonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 49 hezar û 201 qezayên trafîkê çêbûne û di wan de 272 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di 10 mehên destpêkê yên îsal de li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 461 hezar û 10 qeza çêbûne.

Li gorî amarên fermî, di wan qezayan de 2 hezar û 525 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Herwiha 300 hezar û 281 kes jî birîndar bûne.