Li Semsûrê qeza: Miriyek, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw)  - Li Semsûrê kamyonet û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Semsûr-Qersê otomobîla ku şofêrê wê M.A.Y. û kamyoneta ku şofêrê wê M.Ç. li hev qelibîn.

Di qezayê de her du şofêr û 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Ji birîndaran Abuzer Uluyê 61 salî tevî hemû hewldanan ji mirinê xilas nebû.