Wezîrê Tendirustiyê derbarê êrîşa li Koyê: Şehîdek û 8 birîndar hene

14-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî derbarê êrîşa ser baregeha PDKÎ ya li Koyê de ji Rûdawê re ragihand, “heta niha [demjimêr 09:30] 8 birîndar û şehîdek gihandine nexweşxaneyan.”

Wezîrê Tendirustiyê dibêje, ambulans û tîmên pizîşkî û nexweşxane amade ne bo pêşwaziya birîndaran û dermankirina wan.

Saman Berzincî herwiha pêşbînî kir, ku hejmara canjidestdan û birîndarên êrîşa li ser baregehên PDKÎ yên li Koyê zêdetir bibe.

Rêveberiya Tendirustiya Koyê pêştir gotibû, di encama êrîşa ser baregehên PDKÎ de 5 pêşmerge birîndar bûne.

Îro Duşembê 14ê Mijdara 2022an baregehên PDKÎ yên li navçeya Koyê rastî êrîşa mûşekî ya Îranê hatin.

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, bi 3 mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hatiye kirin.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Heme Salih Qadirî ji Rûdawê re diyar kir, baregehên wan li Koyê bi mûşekan hatine armanckirin û got, ji bilî kelehê hin cihên derdora kelehî jî hatine armanckirin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst