Mela Bextiyar hûrgiliyên bûyera jehrîkirina xwe eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Mela Bextiyar hûrgiliyên jehrîkirina xwe eşkere kirin û diyar kir ku ev bûyer di nava YNKê de û agahî jî ji wî re çûye ku Dezgeha Zanyarî ew jehrî kiriye. Herwiha Mela Bextiyar spasiya Rûdawê jî kir.

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar îro li Silêmaniyê kongreyeke rojnamevaniyê saz û zanyarî û hûrgiliyên bûyera jehrîkirina xwe eşkere kirin.

Mela Bextiyar berî niha dema li nexweşxaneyeke Almanyayê çareserî werdigirt, ragihandibû ew ji aliyê “hevalên” din nav partiyê de hatiye jehrîkirin û di vê kongreyê de jî tekez kir, bêguman ew di nava YNKê de hatiye jehrîkirin û agahî ji wî re hatine şandin ku Dezgeha Zanyarî ew bûyera jehrîkirinê kiriye.

`Divê lîjneyeke lêkolînê bê avakirin`

Mela Bextiyar got jî, “Ez dê di nava van herdu rojan de nameyekê arasteyî Polîtburo û Serkirdayetiya YNKê bikim, ji bo bi serpereştiya bilindtirîn postê hizbî û pisporên şareza, lîjneyeke lêkolînê vê dosyeyê bê pêkanîn.”

Ew endamê serkirdayetiya YNKê dibêje, “Ez çaverê me YNK biselmîne, weke nerît û dîroka xebatê, di vê tawanê de bêguneh e û tawanbaran bi cezayê hizbî û yasayî bigihîne.”

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNKê belgeya jehrîkirina xwe yên bi zimanên Almanî û Îngîlîzî bilind kir ku ew raporteke nexweşxaneya Almanya ye û tekez jî kir ku ew dest ji mafên xwe bernade.

Mela Bextiyar da xuyakirin ku heta niha kesek li ser jehrîkirina wî hatiye girtin û her ew kes bûye ku zanyarî dane Mela Bextiyar.

Di dewama daxuyaniyên de Mela Bextiyar eşkere kir kuEncûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê dê bicive û çend biryaran bide.

Mela Bextiyar spasiya Rûdawê kir

Herwiha Mela Bextiyar pesna Tora Medyayî ya Rûdawê da û got ku 2 şev û rojan li gel wî bûne ji bo raportkirina wan dokumentên nexweşxaneyê û bi vê sedemê spasiyên xwe pêşkêşî Rûdawê kirin.

Di dewama axaftina xwe de Mela Bextiyar ragihand ku ew dê giliyê li ser vê mijarê tomar bike û got, eger wî encamek ji dadgehên Kurdistanê wernegirt, dê serî li dadgehê Bexdayê bide û eger ew jî nebû, dê dosyeya xwe bigihîne ber dadgehên derve.

Li ser pirsgirêkên navxwe yên YNKê jî Mela Bextiyar dibêje, bexşandina piel di nav partiyê de piştî kongreya çaremîn zêde bû “11 hezar pile hatin bexşandin” û got jî, sedem ew bi xwe ne ku xelkê bawerî ji YNKê stend.

Li ser çawaniya jehrîkirina xwe jî Mela Bextiyar got, bi rêya xwarinê ew jehr bi wî hatiye dayîn, lê eşkere nekir ka çawa û çend caran ew hatiye jehrîkirin, ew jî bi sedema ku dê lêkolîneke berfireh li ser bûyerê bê kirin.

Dema pêhesiya hatiye jehrîkirin çi kir?

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNKê dibêje, dema ku zanî hatiye jehrîkirin, jibilî kesûkar û çend dost û hevalên nêzikî xwe ji ti kesî re ew bûyer eşkere nekir û got, “berî ku ji hevla Bafil re, ji Zanyarî re, ji Rêveberê Giştî yê Asayişa Kurdistanê re bêjim, ez çûm Emmanê bo nexweşxaneya Xalîdiye.”

Li ser encama pişkinînê ku tê de jehrîkirina wî hatibû tekezkirin, Mela Bextiyar dibêje, “Min rasterast encama pişkinîna nexweşxaneyê bo heval Bafil, Zanyarî û Dr. Xesrew Gul Mihemed şand û mi ji wan re got, dibe di vê heyamê de ez li jiyanê nemînim, lê bo dîrokê bila ev li gel we be.”

Herwiha Mela Bextiyar ragihand, ew du caran li gel Bafil Talebanî civiya, li gel Dezgeha Zanyarî axivî û behsa rêkaran kirin û eşkere dike, “paşê ez çûm Almanyayê.”