HDP: Divê ‘bikaranîna çekên kîmyewî’ bê lêkolînkirin

14-11-2021
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê HDP Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDPê bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kir ku îddîayên “bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî gerîlayên PKKê” bên lêkolînkirin.

Encûmena Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya rojên 11 û 12ê vê mehê ragihand.

Di wê encamnameya civîna Encûmena HDPê de jibilî dawî pêşhatên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, behsa “bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî gerîlayên PKKê” hatiye kirin.

HDPê amaje bi êriş û operasyonên Tirkiyê yên li dijî PKKê kir li nav axa Başûrê Kurdistanê kir û daxwaz kir, “Em careke din tekeziyê li ser pêwîstiya lêkolîneke ciddî ya ji aliyê Rêveberiya Herêmê (Herêma Kurdistanê) ve li ser îddîayên bikaranîna çekên kimyewî dikin.”

Di daxuyaniyê de behsa zêdebûna êrişên yên Tirkiyê yên bi rêya firokeyên bêfirokevan jî hat kirin li nav xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê û HDP dibêje, bi van êrişan hewl tê dayîn ku mirovan li erdnîgariya Kurdî nehêlin.

Rewşa koçberên li ser sînorê Belarûs û Polandê jî ku beşeke wan a zêde Kurd in, mijareke civîna HDPê bû û li ser vê mijarê hatiye gotin, “Ev koçberiya neçarî û ji cih û warên xwe bûn a di encama şer, talan û zextên li Rojhilata Navîn de, ne qedera gelê Kurd û gelên din ên herêm û cîhanê ye.

Ev daxuyanî û banga HDPê di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana îsal ve li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan û deverên din ên dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê operasyon û êrişeek berfireh bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê daye destpêkirin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, berî niha çendîn caran ragihand ku artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bikar tîne û bi vê sedemê hejmareke gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan û Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê Amed Melezgirt jî ji ajansa ANFê re ragihandibûn, artêşa Tirkiyê, ji bo ku bikare bikeve şikeft û cihên ku gerîlayên lê ne, çekên kîmyewî bikar tîne.

Berdevka Komîteya Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa ji rojnameya Morning Star a Brîtanî re tekez kiribû ku di serî de, Amêdî, Mam Reş û Avaşînê, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên HPGê li gel gelek cihan çekên kîmyewî bikar anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst