Hişkesaliyê ziyanên mezin da cotkarên Bakurê Kurdistanê
Amed (Rûdaw) - Zêdetirî 100 hezar cotkarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ji ber deynan di bin metirsiya lêpirsînê da ne, ji sedî 67ê cotkarên Amedê deyndarên bankan e. Li Bakûrê Kurdistanê werza çandiniyê destpê kiriye, cotkarên ku ji ber hişkesaliyê îsal zirar mezin dîtin bi hêviya salek bi bereket toximê xwe direşînin lê ew ji ber zêdebûna nirxê pêwistiyên çandiniyê bêhevî û gilîdar in.
Li gor Komeleya Çandyaran ji ber hişkesaliyê zêdetirî 100 hezar cotkar di bin metirsiya îcrayê de ne, bi hezaran cotkar jî nikarin îsal çandiniyê bikin. Nirxê gubrê, toxim, elektrîk, mazot û derman hatiye astek wisa ku gelek cotkar bêyî van pêwîstiyan toxim direşînin û li gor gotina wan êdî zeviyên wan şîn bibin yan jî nebin li hêviya xwedê ye.
Li axa Mezra Botan werza çandiniyê ye. Li aliyekî mîmzer, li aliyekî kulfetor, li aliyekî cotkar bi reng û dengek payize li ber serê zeviyan e û toxim bi axê tê spartin. Hêviya vejînek bi bereketek zêde ji toximê ku dikeve erdê tê kirin, lê ji ber zêdebûna nirxê lêçûnên çandiniyê tevî qidûmên li çokên wan hêvî jî li cotkara şikestiye.
Serokê Odeya Çandiniyê yê Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglu dibêjê “Pirsgirêkên cotkaran, a mezin gubre, a duduyan elektrîke, a sisêyan derman e, a çaran toxim, a pêncan mazot e. Heke bi vê qeydê here, di sala 2022an de em dê dev ji vî karî berdin. Ev erdê ku hûn dibînin dê hemû vala bimînin. Ma em dê hilberîna çi bikin. Êdî hatiye ber qirika me. Ez ji we re bi awayek vekîrî û zelal dibêjim, avêtiye ber qirika cotkaran vêya fehm bikin ji we re dibêjim.”
Li gor Komeleya Çandyaran li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê zêdetirî 100 hezar cotkar ji ber deynên xwe di bin metirsiya îcrayê de ne. Li Amedê jî ji sedî 67 cotkar ji bankeyan re deyndar in. Heke zirara wan a hişkesaliyê neyê qerebûkirin gelek ji wan dê nikaribin çandiniyê jî bikin.
Suleyman Îskenderoglu got jî “Stratejiya dewletê, stratejiya wezîrê çandiniyê şaş e, stratejiya wezaretê şaş e. Divê ne bi vê qeydê ba. Wezîrê Cotkariyê Bekîr Pakdemîrlî dibêje pirsgirêk tune. Helbet ew hemû derfetên dewletê bikar tîne û di kêf û zewqê de ye, rast e li cem wan pirsgirêk tune ne. Bila were Yenîşehîra Amedê, bila here navçeya Sûrê, bila here Çinarê, bila here Qoserê, bila here Silopiyê, bila here Şirnexê, te fehmkir bila here Nevşehîrê, bila here Înegolê, lê bila here nav cotkaran ha, bila neçe nav siyasetmedaran, bila here nav cotkaran ka pirsgirêk hene yan tune ne dê jê re bibêjin.”
Li tevahiya Amedê 45 hezar cotkar bi awayek fermî li odeyên çandiniyê qeydkirîne û cotkarî dikin. Lê rewşa heyî kêfa wan jî ji nav biriye.
Cotkar Cahît Tûran diyar kir “Em di rewşa asayî de vê toximê difroşin alafan. Ji ber ku em nikarin toxim bistînin jî ew genimê ku sala çûyî hatiye em wî direşînin. Binêre gişt şikestîye jî yanî were neyê ew jî ne diyar e.”
Cotkar Hemze Çinar ragihand “Ajotin zehmet e, çinîn zehmet e, yanî vêya gişt diçe mazot û gubrê, nizanin em vî karî berdin çi bikin.”
Cotkar Hecî Zafer dibêje “Em vê cotkariya ku dikin ne bi dilê me ye. Em dizanin ku zirare jî em dîsa jî dikin.”
Tevî hemû astengiyan ew toximên xwe bi hêviya bereket zêde direşînin û ji tava payizê jî çevdêriya wan dike.Tirsa wan ew e ku weke sala çûyî baran nebare û tava havînê hemû berhemên wan biqelîne.