Hewlêr (Rûdaw) - HPGê nûçeya Wezareta Berevaniya Tirkiyê derewand û tekez kir, “Di bombebarana herêma Metîna de ziyan negihiştiye hêzên me.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê derbarê bombebaranên Tirkiyê yên li herêma Metîna zanyarî belav kirin.
HPGê ragihand ku nûçeya tê gotin, “4 gerîlayên HPGê di bombebaran balafirên şer ên Tirk de a li ser herêam Metîna ya Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane” ne rast e û ti ziyan negihiştiye hêzên wan.
Li gorî daxuyaniyê, "8-9'ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirkiyê 13 caran derdora Şêladizê ya herêma Metîna bombebaran kirin. Tirkiye îdîa dike ku 4 gerîla kirine armanc, lê ev yek ne rast e . Hêzên me ti ziyan nedîtine.”
HPGê herwiha da zanîn ku artêşa Tirkiyê roja 11ê Cotmehê gundê Deşîşê topbaran û bombebaran kiriye û 9-12ê Mijdarê li ser Avaşînê tevgera helîkoptêran zêde bûye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirk roja 9ê Mijdarê ragihandibû ku di bomberdûmana balafirên bê pîlot a li herêma Metîna ya Herêma Kurdistanê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse