'Ti kesek li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên siyasî û azadiya kesî neçar nebûye sefer bike'
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê diyardeya koçkirina bo welatên rojava de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, “Ti kesek li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên siyasî û azadiya kesî neçar nebûye sefer bike”. Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, “Beşek ji wan hemwelatiyan ji aliyê PKKê û komeke qaçaxçî û hindek kompaniyên geştyariyê û hinek bazirganên siyasî ve hatine bikaranîn ku bi hincetên cor bi cor bînin û Herêma Kurdistanê tohmetbar bikin daku dosyeya xwe ya wergirtinê li wan welatan bihêztir bikin.”
Îro Yekşemê 14.11.2021ê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê zelalkirinek derbarê koça hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bo welatên Ewroapyê belav kir û diyar kir, ev demeke diyardeya koçkirinê ji bo welatên rojٔava heye ku hinek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtna mafê penaberiyê berê xwe dane Belarusê bi wê hêviyê ku bikaribin mafê penaberiyê li welatên rojٔavayî werbigirin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “Ew hemwelatiyên niha li Belarûsê ne asê me pereyekî zêde xerc kirine û bi rêyeke yasayî û giştî ya yasayî sefer kirine ji bo gehiştina wî welatî û ji bo jî wî welatî jî biçin welatekî din. Herwiha ti kesek li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên siyasî û azadiya kesî neçar nebûye sefere bike. Wan hemwelatiyan bi awayekî azadane geşt kirine ji bo welatekî din.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Beşek ji wan hemwelatiyan ji aliyê PKKê û komeke qaçaxçî û hindek kompanyayên geştiyariyê û hinek bazirganên siyasî hatine îstîxlalkirin. Bi bahaneya cûrbecûr bixine rû û tomet bibexşin bi Herêma Kurdistanê ji bo dosyeya xwe ya wergirtinê di wan welatan de bihêztir bikin.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, “Herêma Kurdistanê bûye pêgeheke aram ji bo pêkvejiyan û ٔazadiya takekesî, lewra jî hejmareke zêde ji xelkê biyanî û welatên derdor û navçeyên din û Iraqê sûd ji wê aramiya Herêma Kurdistanê wergirtine wek cihê nîştecêbûn û manê. Herweha ji aliyê derfetên baştirkirina jiyanê, Herêma Kurdistanê gelek pêşkevtiye û bûye cihê serdana xelkê derveyî Herêma Kurdistanê û wê jî derfeta bidestanîna derfetên kar zêdetir kiriye û xelkê Herêma Kurdistanê jî sûdmendin ji wê pêşkevtinê.”
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, “Em piştgirî li mafên yasayî û destûrî yên her mirovekî dikin bo geştkirinê, lê em hemû wan tohmetan û nav xirabkirinên li bermaber Herêma Kurdistanê bo wergirtina mafê penaberiyê tê kirin, dirist nabînin.”
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz dike, ku alîkariya koçberên asêmayî yên li ser sînoran bê kirin û dibêje, “Em daxwaz dikin di warê mirovî de rewşa wî xelkî bê berçavgirtin ku li ser sînoran asê mane û hemwelatiyên me jî nebin qurbaniyê pirsgirêkên navdewletî û ti kes jî bazirganiyê bi vê mijarê neke.”
Dema çend rojan e bi hezaran koçber ku beşeke zêde ji wan Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne, li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane û her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Ew koçber dixwazin derbasî welatên Ewropayê û bi taybet jî derbasî Almanyayê bibin.
Rêxistinên mafên koçber û penaberan derbarê rewşa wan koçberan de hişyarî didin û daxwaz dikin ku çareseriyek ji bo rewşa wan bê dîtin.
Hikûmeta Polandê jî ku rijd e sînor li ber koçberan veneke, ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarusê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine.
Yekîtiya Ewropayê rejîma Alexander Lukashenko Serokê Belarusê tohmetbar dike, ku bi çêkirina krîza koçberan li ser sînor, dixwaze givaşê li wê yekîtiyê bike, lê Belarus wan tohmetan red dike.