Jineke Kurd li Efrînê ji ber zilma çekdaran hişê xwe xwar

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd li Efrînê, ku hevjîn û zarokê wê ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatine girtin, hişê xwe xwar û li kolanên Efrînê bêmal û bêkes maye.

Jina Kurd a bi navê Zelîxe Welîd Omer ku temenê wê 30 salî ye ji ber ku grûpên çekdar ên grêdayî Tirkiyê zarok û hevjînê wê girtine hişê xwe xwar û li kolanên Efrînê bêmal û bêkes maye û li wan kolanan radikeve.

Zelîxe Welîd Omer roja 7ê Nîsana 2020an li gel hevjînê xwe Cengîn Osman Nasan û zaroka xwe ya 1 salî, xezûrê xwe Osman Nasan ê 66 salî û xesûya xwe Zêneb Ebdo ya 61 salî ji aliyê el-Cebhe el-Şamiye ve hatibûn girtin.

Piştî ku Zelîxe Omer û malbata wê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyêve tên girtin, Çekdarekî polîsên serbazî dest daniye ser mala wan.

Li gorî zanyariyan Zelîxe Omer û xesûya wê Zêneb Ebdo hatine azadkirin lê tevahiya endamên malbatê yên mayî di nav de 2 zarok bêserûşûn in.

Herwiha beriya ku Zelîxe bê girtin, ti nexweşiyên wê yên derûnî tinebûn û li ser xwe bûye. Piştî girtinê dûrxistina wê ji zaroka wê bi temamî hişê xwe xwariye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.