Li Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn

14-11-2021
RÛDAW
Nîşan Seyîd Riza Komkujiya Dêrsimê Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Seyîd Riza û hevalên wî di 84emîn salvegara sêdaradana wan de  di panelekê de hatin bîranîn.

Îro 14ê Mijdara 2021an Platforma Kedê û Demokrasiyê bi boneya 84emîn salvegara sêdaredana Seyîd Riza û hevalên wî li salona koferansê ya Şaredariya Dêrsîmê  panelek sazkir. Di panelê de çendîn nivîskar û  nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl beşdar bûn û di panelê de axivîn.

Nivîskar Huseyin Ayrilmaz amaje bi wê yekê da ku beşeke endamên malbata Seyîd Riza di Nîsana 1937an de li Laçînê hatine gulebarankirin. Ayrilmaz tekez kir ku di nav ew kesên ku leşkeran komkujkirine de kurê Seyîd Riza yê bi navê Şêx Hesen jî hebû û got: “Ez nizanim me bi têra xwe behsa hovitiya dewletê a li vê navçeyê kir an na. Hertim digotin me me şaristanî aniye vê deverê. Ma şaristaniya we ev e?”

Seyîd Riza û şeş hevalên wî ku pêşengên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bûn  di şeva 14ê Mijdara 1937an de piştî dadgehkirina ne yasayî ya di serperiştiya Îhsan Sabri Çaglayan de li Meydana Genim a Xarpêtê hatin sêdaredan. Her saldi 14-15ê  Mijdarê de di serî de li Dêrsimê û çar aliyên Kurdistanê Seyit Riza û hevalên wî tên bîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst