Mesrûr Barzanî: Pişka Kurdistanê di budceya federalî de maf e ne xelat e

14-11-2020
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pişka Kurdistanê di budceya federalî de wek mafekî binav dike ne ku xelat û dibêje, “Hê jî derfet heye ji bo sererastkirina vê zilma hatiye encamdan.”

Mesrûr Barzanî di du twîtên cuda de, helwesta xwe li hember yasaya deynan a Iraqê ku bêyî rizamendiya Kurdan li parlamentoyê hat derbaskirin,ragihand, “Ew pêşhata metirsîdar pêwîst e di zûtirîn dem de bê sererastkirin. Hê jî derfet maye bo wê zilma hatiye kirin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pişka Kurdistanê di budceya hikûmeta federalî de dibêje, ew “xelat nîne,  mafê me ye.”

Herwiha derbarê peywendiyên Hewlêr  û Bexdayê de, Mesrûr Barzanî ragihand, “Me berê jî behs kir, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwîst e li ser bingeha qebûlkirina maf û erkê her du aliyan bibe li gor destûrê.”

Roja Pêncşema derbasbûyî, Parlamentoya Iraqê bêyî razîbûna aliyên Kurdistanî, projeyayasaya dagirtina kurtanîn darayî ya ji bo wergrtina deynan pejirand.

Di yasayê de daxwaz tê kirin ku Herêma Kurdistanê wê rêjeya petrolê radest bike ku kompaniya Somo diyar dike ku bêhtir ji 400 bermîlan e û herweha tevahiya dahatanên ne petrolê bide Iraqê û eger wisa nebe ti pereyek ji bo Herêma Kurdistanê nayê şandin.

Ew biryar ji aliyê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ve hat redkirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nîgeraniyên xwe derbirîn û tekez kir, “Em dê her hewlekê bidin ji bo ku zilm li xelkê Kurdistanê neyê kirin.”

Serok Mesûd Barzanî jî li ser vê mijarê peyamek belav kir û amaje bi wê kir, “Gelek mixabin careke din aliyên siyasî yên Iraqê bi Şîe û Sunne ve li Encûmena Nûnerên Iraqê xencer li pişta gelê Kurdistanê dan û budçe û rizqê xelkê Kurdistanê wekî kartek ji bo guvaş xistina li ser Herêma Kurdistanê bikaranîn.”

Herwiha biryar e roja Yekşemê, 15.11.2020, li Serokatiya Herêma Kurdistanê, sê serokatî li ser pirsa yasaya deynan a Iraqê û beşa budceya Herêma Kurdistanê kom dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst