Şêx Elî bû Babe Şêxê Kurdên Êzidî

14-11-2020
RÛDAW
Nîşan Babe Şêx Şêx Elî Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cihgirê Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx, hat diyarkirin. 45 roj piştî koça dawî ya Babe Şêx Xortû, Şêx Elî bû Babe Şêxê nû yê Kurdên Êzidî.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku bi amadebûna nêzikî 250 kesayetên Kurdên Êzidî û Civata Rûhanî, biryar hat dayîn Şêx Elî bibe Babe Şêxê Kurdên Êzidî.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand jî, biryar e roja Çarşemê li Perestgeha Laliş, rêûresma danîna Şêx Elî wek Babe Şêxê Kurdên Êzidî bê sazkirin.

Destnîşankirina Babe Şêx ji desthilaya Mîrê Êzdiyan e lê bi şêwiriya li gel Civata Rûhanî û Cûqeta Babe Şêx û kesayetiyan tê destnîşankirin. 

Îro 3 kesan li ser vê postê hevrikî dikirin ku ew jî  Şêx Ezam û Şêx Elî Şêx Îlyas Kurê Babe Şêxê Berê, Şêx Ferhad e Xirtû kurê Babe Şêxê niha bûn. Dawiyê de Şêx Elî Îlyas weke Babe Şêx hate destnîşankirin

Babe Şêx kesayetiyeke olî ye û ti merasîmek bê biryara wî nayê kirin. 

Şêx Elî Şêx Îlyas sala 1979an li Şêxanê ji dayîk bûye û bavê wî jî bo dema 18 sal , ji 1978an ta 1995an Babe Şêxê Êzidiyan bû.

Hejmaa Kurdên Êzidî nêzikî 1 milyon e û 550 hezar ji wan li Başûrê Kurdistanê dijîn. Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyanm Babe Şêx rêberê yekem e û dibe endamê Encûmena Rûhanî.

Şêx Xirto Hacî Îsmaîl, Babe Şêxê berê yê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan, roja 01.10.2020an di 87 saliya xwe de bi nexweşiyê koça dawî kiribû.

Li aliyê din, hejmareke kesayetên diyar ên Kurdên Êzidî li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan dan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim aşkere kir Smayîlê Şêx Behrî, Berpirsê Fermandariya Şingalê Qasim Şeşo, Berpirsê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo jî di nav wan kesayetên nerazî ne li hember biryara danîna Şêx Elî wek Babe Şêxî Kurdên Êzidî.

 

 

Her li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, sibe, demjimêr 12.00ê nîvro, li hejmareke kesayet û rîspiyên Êzidî dê li Mezargeha Şerfedîn li Şingalê kom bibin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Kurê Micêwra Mezgeha Şerfedîn li ser sedema nerazîbûna wê biryarê dibêje, “Bang li mezin û rîspiyên çiyayê Şingalê nekirin, li gel binemala Şeşo, micewrê Şerfedîn û rîspiyên Şingalê neketin tifaqê biryar li ser Babe Şêx nedan. Pêwîst bû raya Şingalê jî bibin. Me Babe Şêxek divê ku hemû Êzidî jê razî bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst