Artêşa Tirkiyê gundên Şêrawa ser bi Efrînê ve topbaran kir

14-11-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva borî,  çend gundên navçeya Şêrawa ser bi herêma Efrînê topbaran kir.

Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya Tirkiyê her yek ji gundên Merhenaz, Malikiyê û Şewarxe li nevçeya Şêrawa ser bi herêma Efrînê topbaran kirine.

Hersê gundên navborî ku li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê dikevin li jêr destê hêzên kurdî ne û car bi car rastî topbaran hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê tên.

Heta niha tu zanyarî derbarê encamên topbarankirina wan gundan ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve nehatine zanîn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike, ye.

Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Ji herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ve tên birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst