Mike Pompeo dest bi geşta xwe ya dirêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, geşteke dirêj ku 7 welatan li xwe digre û Tirkiyê jî yek ji wan e destpê dike

Pompeo dê seredana Tirkiye, Fransa, Îsraîl, Gurcistan, Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî bike û li gorî gotina wî ewê gelek babetan li gel rayedarên wan welatan gotûbêj bike.

Mike Pompeo dibêje, îdareya Donald Trump di pirsa aştiya Rojhilata Navîn û asayîkirina pêwendiyan li gel Îsraîlê de serkeftî bûye û ewê di hevdîtinên xwe de li gel welatên deverê giraniyê bide vê babetê.

Tê çaverêkirin ku Wezareta Derve ya Amerîka di nava demeke kurt de bernameya Pompeo ragihîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka di çend rojên derbasbûyî de rexneyên tûnd li Îranê kiribûn û diyar kiribû ku ewê di nava 2 mehan de ceza û dorpêçan weke baranê bi ser wî welatî de bibarînin.

Di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de berbijêrê Partiya Demokratan Joe Biden biser ket, lê pêvajoya dadwerî berdewam e.