Girtiyekî berê yê DAIŞê bûye mamosta

Hewlêr (Rûdaw) - Ebûd el Xidir, ku li ser destê çekdarên DAIŞê hatibû girtin, di şeva îdama xwe de reviyaye û ji mirinê rizgar bûye, niha bûye mamoste û zarokan perwerde dike.

Kurd dibêjin “dibe mû lê naqete!” dibe ku ev bend bi dirustî li çîroka vî mamosteyê dibistanê were. Ebûd el Xidir ku li gundê Em Hicêre li navçeya Holê mamoste bû, ji aliyê DAIŞê ve hukmê serbirînê li ser hatibû sepandin, ew çîroka xwe li wê qada ku biryar bû lê bê îdamkirin vedibêje.

Mamoste Ebûd el Xidir got: “Ev gund navê wî Um Hiçêre ye ser bi Hola ye, ji eşîreta Xatûniyan e. Ev qad, qada îdamê bûye, min bi çavên xwe dît, herkesî ku dihat îdamkirin, li vir dihat îdamkirin, ez jî dê li vir bihatima îdamkirin, lê min karîbû birevim û bi rastî reviyam. Min du caran îdam li vir dîtin. Du caran ciwan anîn vir û ew îdam kirin.”

Ebûd bi tohmeta pêwendiya ligel YPG û alîkariy hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hatibû girtin û di nava vê malê de hatibû îşkencedan û paşê hukmê îdamê lê hatibû birîn.

Ebûd el Xidir herwiha got: “Tohmetek bo min dirust kirin ku ez karta zanyariyan ji bo balafirên Amerîkayê datînim û ez hevkariyê ligel YPG û rêbendên YPG dikim. Ez bo duyem car girtim û anîm vir, da ku min hukim bikin. Paşê, ez sê rojan di vê zindanê de mam. Sê rojan ji îşkencedanê, lêdan, birçîkirin, elektirîk, û rûtkirin. Hûn dizanin çi dikin. Paşê hukim li min birîn, ez û du kesên din ligel min. Paşê ez anîm vê odeyê û dîse lêkolîn kirin, paşê ez ji zindanê reviyam.”

Piştî têkşikandina DAIŞê, Ebûd vegeriyaye ser karê xwe yê mamostetiyê û hewl dide ku mejiyê şagirtan ji bîr û baweriyên DAIŞê rizgar bike, ji ber ku bi gotina wî, heta niha hin zarok li jêr bandora wan bîr û baweriyan in.

Di berdewamiya axavtina xwe de Ebûd el Xidir got: “Hukimê îdamê li min hat birîn û ez ji jiyanê bêhêvî bû, û paşê Xwedê ez rizgar kirim û derketim. Ez derketim û ez ê vegerim û şagirtan fêr bikim. Ez ê şagirtan fêrî berûvajî tişta min dîtî bikim. Ez niha wekî mamoste, zarokan fêrî rêzgirtin û hezkirinê dikim, û dûrketin ji vê hizrê, hizra terorê. Şagirtek pir ji dibistanê dima, çirnexweş bû, hin caran di ser dîwar re ji dibistanê direviya. Carek, du car, ez jê bêzar bûm, min ew girt û jê re got pirtûkên xwe radest bike û êdî newe dibistanê heta wz li gel bavê te biaxivim. Derket û ji min re got, pirsgirêk nîne, ez ê ji vir biçim,  lê Dewleta Îslamî dê were û serê we yek bi yek bibire.”

Piştî derbasbûna bêhtir ji du salan di ser têkşikandina DAIŞê li vê navçeyê û vegera jiyana normal, heta niha asewarên wê ne tenê li ser eredê, lê li nav mejiyên beşeke civakê jî derdikevin.