Karên rêxistinên sivîl li Rojavayê Kurdistanê lawaz in

14-11-2020
Muhenned Îbrahîm
80 rêxistinên civaka sivîl li Rojaayê Kurdistanê hene
80 rêxistinên civaka sivîl li Rojaayê Kurdistanê hene
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêxistinên Sivîl
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Rojavayê, li navçeyên Kurdî rola rêxistinên xwecehî û navdewletî gelekî lawaz e. Ji ber ku piraniya welatên Ewropî ji bo projeyên li kampên Hol, Erîşe, Reqa û Dêrazorê dibin sponser, Hikûmeta Sûriyê bi fermî li hemberî karê rêxistinan û alîkariyên ku ji derve tên, astengiyan der dixe.

Giraniya karê rêxistinan li Reqa û navçeyên Ereban e, ji xwe tu rêxistineke navdewletî ji bo koçberên Serê Kaniyê, Grê Spî û Efrînê nabin alîkar.

Elên a 11 salî û birayê wê Ferhad yê 8 salî piştî ku li ser lingên xwe 8 salan meşiyan seqet bûn û herwiha tirsa bav û dayik li ser zaroka wan ya biçûke heye ku ew jî seqet bibe. Bijîşkên Qamişlo, Şam û Herêma Kurdistanê nexweşiya wan ne zanîn çi ye û ji wan re derman nedîtin.

Malbatê mala xwe ya ku stara wan bû firot daku çareseriyek ji wan re were kirin û dîsa bikarin li ser lingên xwe bigerin. Bi dehan rêxistinên mirovî soz dan lê tiştek bo wan nehat kirin.

Bavê zarokan Mihemed Şêx dibêje: “3 Zarokên min hene û dema ku temenê wan digihêje 8 salî lingê wan pûç dibin, Min ew birin Şamê û nexweşxaneya Amerîkî li Herêma Kurdistanê lê kesê ji nexweşiya wan fêm nekir. Çend rêxistin hatin soza dermankirinê bo zarokan dan lê tiştek ji mere nekirin.”

Dayîka zarokan Nîroz Mistefa jî dibêje: “Gelek zehmet e zarokên min li ber çavê min heta bi êvarî di rewşek xerab de ne, keça min digirî û li hevalê xwe dinêrê û dixwaze wek wan bimeşe.  Ew dixwaze here dibistana xwe. Sê zarok in, em hêvî dikin ku rêxistin bi mere alîkar bin û zarokên me vegerin ser lingên xwe.”

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 170 rêxistinên mirovî hene û 27 komele, piraniya wan li Kampa Holê û herêmên Erebî dixebitin. Çend rêxistin ji aliyê ofîsa kar û barên rêxistinan  a Rêveberiya Xweser ve hatin sekinandin ji ber gendelî û revanidina malbatên DAIŞê. 

Hevseroka Ofîsa Karûbarên Rêxistinên Mirovî li Herêma Cirzêr Xalid Îbrahîm dibêje: “Mixabin gelek saziyên mirovî û yên Neteweyên Yekbûyî jî pîvanên siyasî li ser yên mirovî digerin, gendelî heye ji ber ku biryar û karê mirovahî li hin rêxistinan nameşe, mînak li Holê û li deverên din jî tecawiz rûda. Li Kampa Holê saziyek mirovî malbatên DAIŞ revandin û li Rêveberiya Xweser lêpirsînan dewam dike.”

Piştî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, 18 ji rêxistinên mirovî vekişiyan û niha vedigerin, lê Kurd bê sûdin ji ber fişara hikumeta Sûriyê û li gorî wan rêxistinan bajarên Kurdî şer nedîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst