Li bajarên Rojhilat ji bo Kirmaşan alîkarî têne berhevkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyên li bajarên Serpêlê Zehaw, Qesra Şîrîn, Ezgile, Dalaho û deverên din diyar dikin, ku kêmtirîn xizmetguzarî û derfet hatine dabînkirin û radigihînin ku çadir, betanî û xwarinên pêwîst bi dest nakevin.

 

Xelk li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyan ji bo zirarpêkevtiyên erdhejê kirine û heta niha bi dehan barhilgir, alîkarî ber bi Kirmaşanê bi rê kirine.

 

Ji bajarên Serpêlê Zehaw, Qesra Şîrîn, Îslam Ava ya Rojava, Ezgile û Dalaho, xelk dibêjin nikarin biçin mala xwe û di vê sermayê de bi şev heta sibehê li derve dimînin.

 

Dengê hawara niştecihên Kirmaşanê li hemû Rojhilatê Kurdistanê, ji Urmiyê heta Loristanê deng dide. Hûr û gir alîkarî têne berhevkirin. Xelk pêwîstiyên weke çadir, betanî, xwarin û kelûpelên tendirustiyê û alîkariyên madî dibin cihên ku hatine diyarkirin.

 

Li gor zanyariyên ku ji aliyê çavkaniyên xwecihî ve gihiştine Rûdawê, li hin bajaran hêzên ewlehiyê, ji bo veguhestina kelûpelan astengî derdixin, daxwaz kirine ku hemû alîkarî bi yek pakêt û bi navê saziyên hikûmî bişînin Kirmaşanê.