Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê: Bûdceya Iraqê nedestûrî ye

14-11-2017
RÛDAW
Şandên hikûmet û parlamentoya Kurdistanê îro ji bo nirxandina bûdceya Iraqê li Hewlêrê civiyan.
Şandên hikûmet û parlamentoya Kurdistanê îro ji bo nirxandina bûdceya Iraqê li Hewlêrê civiyan.
Nîşan Kurdistan Hikûmet Parlamento Bûdceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê îro di civêneke hevbeş de gotûbêj li ser projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê kirin û ew projeyasa weke nezelal û nedestûrî bi nav kirin.

 

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemî 14ê Mijdara 2017ê serdana parlamentoya Kurdistanê û ji bo gotûbêjkirin û nirxandina projeyasaya bûdceya Iraqê bo sala 2018ê bi şanda parlamentoya Kurdistanê re civînek pêk anî.

 

Şanda parlamentoya Kurdistanê ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm Êminkî, Sekretera Parlamentoyê Bêgerd Talebanî û endamên her du komîeteyên Darayî û Aborî, û Weberhênanê pêkhatibû û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Sekreterê Encumena Wezîran Dr Amanc Rehîm û Birîkarê Wezareta Darayî Raber Sidîq pêkhatibû.

 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya parlamentoya Kurdistanê, di civînê de Serokê Komîteya Darayî û Aborî ya parlamentoyê xal bi xal behsa reşnivîsa bûdceya sala 2018ê ya Iraqê kir û ew projeyasa bi nezelal û nedestûrî bi nav kir.

 

Serokê Komîteya Darayî û Aborî ya parlamentoyê herwiha ragihandiye: Pişkên Herêma Kurdistanê ku di vê reşnivîsê de hatine, bi temamî berovajî ne, weke diyarkirina rêjeya %12.6 a bûdceyê ji bo Herêma Kurdistanê.

 

Li gorî daxuyaniya parlamentoyê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de amaje bi wê yekê kirine, ku wan zanayriyên şefaf û zelal bi xwe re anîne, ji bo ku berçavroniyeke zêdetir li ser reşnivîsa bûdceya sala 2018ê ya Iraqê çê bibe.

 

Şanda hikûmetê herwiha daye xuyakirin, ku wan serinc û gelek têbînî li ser reşnivîsa bûdceya Iraqê heye û wan raportek di vê bareyê de amade kiriye, herwiha komîteyeke şareza ya yasayî û darayî jî dê di nav wê şanda Kurdistanê de bin ku dê ji bo danûstandinê biçe Bexdayê.

 

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de parlamenteran çend pirsyar li ser rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, mijara mûçe û ew giriftên ku rojane rastî Herêma Kurdistanê tên, ji şanda hikûmetê pirsîn û şanda hikûmetê jî di bersivên xwe de amaje bi hewlên berdewam ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan kir.

 

Ji aliyekê din ve Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku di civîna sibe Çarşemî 15ê Mijdarê ya parlamentoyê de amade be.

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm Êminkî di civînê de amaje bi giringiya berdewamî û hemahengiya navbera hikûmet û parlamentoyê kiriye û tekezî li ser pêwîstiya çavdêrîkirin û lidûvçûna parlamentoyê bo karên hikûmetê jî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst