Xelkê Derbendîxanê: Me got qey qiyamet rabû

14-11-2017
Derbendîxan
Derbendîxan
Nîşan Erdhej Derbendîxan Silêmanî
A+ A-

Derbednîxan (Rûdaw) Li navçeya Derbendîxana Silêmaniyê, di dema erdhejê de 5 hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 100 kesan jî birîndar in. Li navçeyê 100 xanî wêran bûne û hê jî tirsqa erdhejê di dilê hemwelatiyan de germ e.

 

Ji ber erdheja şeva 12ê Mijdara 2017ê ya 7.3 pileya rîxterê, li navçeya Derbendîxanê nêzîkî 100 xaniyan wêran bûn û derzên mezin li wan ket.

 

Xaniyek bi ser malbateke 8 kesî de hilweşiya û di mal de jinek û zarokek bûne qurbanî. Hemwelatiyên navçeyê dibêjin, di destpêkê de wan bawer nekiriye, ku ji bin xirbe û kavilan kes bi saxî derbikeve lê paşî 6 kes bi zindî hatine derxistin.   

 

Hemwelatiyên ku xaniyên wan wêran bûne, êdî nikarin tê de bimînin. Heta niha jî tirs di dilê nîştecihên navçeyê de maye. Lewma piranî li derve dimînin.

 

Hemwelatiyê bi navê Ako Ehmed dibêje: “Karesateke mezin bû. Ew kesên wê şevê li Derbendîxanê bûn wesa hest pê kirin, ku ber bi qiyametê ve diçin. Qêrîn û hawara dayikan, zarok û pîrejinan bû. Birastî mîna roja mehşerê bû.”

 

Nîştecihên Derbendîxanê ditirsin, ku careke din erdhej çêbibe û xaniyên derizîne bi ser wan de hilweşin.

 

Hemwelatiyê bi navê Kemal Mehmûd jî diyar dike: “Heta niha jî gelek kes nevegeriyane malên xwe. Ez jî vê sibê hatim min rewşa xaniyê xwe dît. Zerereke mezin li mala me çêbûye.”

 

Hikûmeta Tirkiyê bi rêya tîmeke taybet ve pêwîstiyên weke betanî, çadir û derman gihande navçeya Derbendîxanê. Herwiha serdana wan deveran jî kir, ku ji ber erdhejê ziyan dîtine.

 

Konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mehmet Akîf Înam jî ji Rûdawê re got: “Me li gel berpirsan li ser pêwîstiyan axivî. Li vir be yan li Hewlêrê, çi alîkariyek pêwîst be emê bidin.”

 

Heta niha jî li Başûrê Kurdistanê erdhejeke wiha mezin nehatiye dîtin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst