ROJHILATÊ KURDISTANÊ - Goristana dîrokî hate wêrankirin

14-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îlam Goristana Hesingeran Qaçaxçî
A+ A-

Îlam (Rûdaw) – Goristana Hesingeran ku guristanekî dîrokî ya 5 hezar salan e, ji aliyê qaçaxciyan ve hatiye talankirin. Herwiha ti bernemayekî parastina vê şûnwarê dîrokî jî nîne.

 

Goristana Hesingeran li nêzikî gundê Karzanê ya navçeya Sîrwanê ya ser bi parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Ev goristan bi şêweyekî taybet û ji goristanên din cudatir hatiye çêkirin. Her çar dora her tirbekî bi kevir e û bi awayê stargehekî biçûk hatiye çêkirin, latên mezin danîne ser banên tirban û kesek dikare bi rehetî here jûr ve.

 

Piştî ku televizyona lokalî ya parêzgeha Îlamê ev goristan weke şûnwarekî dîrokî yê parêzgehê da nasîn, qaçaxçiyên berhemên dîrokî, bi armanca peydakirina xezîne û entîkeyan, beşekî mezin ê goristanê têk dan. Piraniya berên goristanê hatine şikînandin û gor hatine kolandin.

 

Heta niha jî dîroka rast a goristanê nayê zanîn lê tê gotin ku 5 hezar sal berî hatine çêkirin.

 

Rêxistina Mîrateyên Îranê heta niha jî ji bo parastina vê bermaya dîrokî ti gavek neavêtiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst