Silêmanî - Agirekî mezin li herêma pîşesaziyê derketiye

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Pîşesaziyê ya Silêmaniyê agirekî mezin derketiye û tîmên Parastina Sivîlan hewl didin agir vemirînin.

Herêma Pîşesaziyê ya Silêmaniyê li navenda bajêr e û ji ber agir dûmaneke mezin li asmanê bajêr kom bûye.

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar diyar kir ku agir li 2 ambaran derketiye û heta niha agir nehatiye vemirandin û agir mezintir dibe.

Li gorî zanyariyan ew ambarên dişewitin ambarên plastîk û madeyên paqijkirinê ne.

Her wiha li gorî zanyariyên Pêşewa Bextiyar heta niha sedema agir nayê zanîn û zerera agir jî diyar nebûye.

Şahidekî bûyerê da zanîn ku ti kes li cihê agir nebûye û ti zerera canî jî çênebûye.

Li gorî şahidê bûyerê di destpêka agir de bi tenê otomobîleke îtfaîyeyê çûye cihê bûyerê.