Li Sêwazê gur ket nav pez: 66 mîh mirar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Pez Gur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, gur ket nav keriyê pez û 66 serî mîh mirar bûn û 15 mîh jî birîndar bûn.

Li gundê Bedirê yê Sêwazê gur ket nav keriyê pezê Salîm Kiliçoglu.

Guran di gova ku 20 metreyan dûrî malê de bû, 66 mîh mirar kirin û 15 mîh jî birîndar kirin.

Şêniyên gund aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Sêwazê çûn cihê bûyerê.

Xwediyê pez Salîm Kiliçoglu diyar ku ku keda wî ya 40 salan bi temamî çûye û ji aliyê pêwendîdar aîkarî xwest.

Li aliyê din, xelkê gund jî got ku cara ewil e ku li gundê wan bûyereke bi wî awayî çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst