Rêya navbera Gever û Colemêrgê kurt û hêsan dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Bi tunela T-1ê ya ku hindik maye vebe, çûyîn û hatina navçeya Geverê dê kurtir û hêsantir bibe.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê çêkirina projeya Tunela T-1ê ya di navbera Gever û Colemêrgê de berdewam dike.

Li Geverê ji ber metirsiya hezaz, ketina zinaran û aşûtê li ser rêya navbera Colemêrg û Geverê tengasî çêdibûn.

Ev pirsgirêka xelkê deverê û şofêran dê bi saya Tunela T-1ê ya ku li ser rêya Gever-Xezekyanê hat avakirin dê çareser bibe, şofêr û rêwî dê êdî bi awayekî ewletir herin û bên.

Ew proje sala 2019an hat destpêkirin û di wê çarçoveyê de xebatên 2 tunelên ku yek ji wan 3 hezar û 965 metre û ya din 4 hezar û 562 metre dirêj e, dewam dikin.

Xebatên asfaltê yên aliyê çepê yên Tunela T-1ê temam bûne ku dê beriya zivistanê bê vekirin.

Ji bo temamkirina Tunela T-2yê jî xebat dewam dikin ku rêya qasî 35 xulekan dijajot dê êdî 10 xulekan bajo.