Li Colemêrgê pîkap û otomobîl li hev qelibîn: 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê pîkap û otomobîlek li hev qelibîn û 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Çelê û Colemêrgê du otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê yek jê giran 6 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên parastina sivîlan û tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.