Şerê li Zapê: Nasnameyên 4 gerîlayan hatin eşkerekirin

3 demjimêr berê
Nîşan Şer Zap 7 Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di şerê li Zapê de 4 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku gerîlayan 8ê Tebaxa 2024an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî a li Rojavayê Zapê bi ser girekî de girtiye ku leşkerên Tirkiyeyê lê bi cih bûbûn.

Li gorî daxuyaniyê, 3 çeperên leşkeran hatine îmhakirin lê Tirkiyeyê paşê ew herêm 6 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye.

HPG da zanîn ku di şer û bombebaranê de 4 gerîlayan canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan bi vî rengî ne:

Agir Çekdar: Navê wî yê fermî Serdar Kilinç e û ew ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Besta Agir: Navê wê yê fermî Evîn Ateş e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Asmîn Seyîd: Navê wê yê fermî Zehra Angay e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Cemal Dêrazor: Navê wî yê fermî Beşar Salih e û ew ji Dêrezorê ye.

Li gorî daxuyaniyê Agir Çekdar 2013an, Besta Agir 2014an û Asmîn Seyîd 2014an tev li refên gerîlayan bûne.

HPGyê destnîşan kir ku Cemal Dêrazor jî Ereb e û got:

“Zarokê hêja yê gelê me yê Ereb hevrê Cemal dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji hemû gelên bindest re bûye çavkaniya îlhamê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst